13:07 24 Gulan 2018
    Ebdulfetah El Sîsî

    Rojnameya Hurriyetê: Misir û PKK hevtîdinan dikin

    © REUTERS / Tiksa Negeri
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Hurriyetê îdia kir ku di navbera rêvebiriya Misrê û PKKê de hevdîtin pêk tên. Rojnameyê nûçeya xwe spartiye saziyên istixbaratê û îdia dike ku rêvebiriya Qahîreyê di 6 mehan de 3 hevdîtin bi PKKê re kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Rojname dibêje hevdîtin cara destpêkê di berfenbara 2015ê de çêbûye û îdia dike ku hikûmeta Iraqê navbeynkarî kiriye. Li gorî Hurriyetê Endamên Desteya Rêvebiriya KCKê Mustafa Karasu û Fatma Adir li gel hin rayedarên din ên KCKê vîze ji Balyozxaneya Bexdayê ya Misrê girtiye û çûye Qahîreyê.

    Hevdîtina duyemîn di rêbendana sala 2016ê û ya dawî jî di nîsana heman salê de pêk hatiye.

    Rojname radigihîne ku PYDê xwestiye li Qahîreyê nûnertiyê veke û îdia dike ku rêvebiriya Sîsî erênî li vê mijarê dinêre.

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka KCKê Hozat:'Em ê çalakiyên xwe zêde bikin'
    Doza KCKê a Stenbolê hate bipaşxistin
    KCKê bangî gel kir: Li dijî polîtkayên îstimlakê serî hildin
    KCKê bersiva Erdogan û Davutoglu da: "Kurd ticarî nebûne welatiyên Tirkiyeyê"
    Etîketan:
    hevdîtin, Rojnameya Hurriyet, PYD, PKK, KCK, Abdulfettah El Sîsî, Fatma Adir, Mustafa Karasu, Qahîre, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de