15:47 23 Gulan 2018
    Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov

    Balyozê Rûsyayê Karlov beşdarî fitara Yildirim nabe

    © Sputnik /
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Aşkere bû ku Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Gennadiyeviç Karlov beşdarî programa fitarê ya Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim nabe. Hate ragihandin ku Karlov di betlaneya salê de ye.

    Enqere — Navenda Giştî ya AKPê bi beşdariya Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim îşev dê 9emîn Programa Fitarê ya Balyozan a Kevneşopî lidar bixin. Balyozên Sûriyê û yê Bangladeşê ji bo bernameyê nehatine vexwendin. Lê vexwendname ji bo balyozên Rûsya û Misirê hatiye şandin ku di navbera her du dewletan û Tirkiyê de alozî heye.

    Hate ragihandin ku Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Gennadiyeviç Karlov mesaj ji Serokwezaretiyê re şandiye û gotiye ew nikare beşdarî programê bibe. Rayedarên Balyozxaneya Rûsyayê ji Sputnikê re gotin ku "Rêzdar Balyoz di betlaneya salê de ye". Herweha hate zanîn ku Balyozê Misirê jî beşdarî fitarê nabe.

    Bi heman mijarî:

    Ji Kurtulmuş daxuyaniya Rûsyayê: "Mafê xebata karkerên tirk hat dayîn"
    Kurtulmuş: Pêşiya Rûsyayê nehat girtin
    Wezîrê tirk: Rûsyayê zêde guh neda hisiyata Tirkiyeyê
    Rûsyayê dîwarê ku Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyeyê avakir ragihand Konseya NY
    ‘Tirkiye dixwaze ku NATO şerê Rûsyayê bike'
    Etîketan:
    bernameya fitarê, Balyozxaneya Misrê, Balyozê Rûsyayê, Binali Yildirim, Andrey Karlov, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de