12:53 27 Gulan 2018
Gazze

Rojnameya îsraîlî: Tirkiye dest ji şertê rakirina dorpêçkirina Xazeyê berda

© REUTERS / Mohammed Salem
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnameya Îsraîlî Yediot Ahronotê di rûpelên xwe de cî da xalên peymana di navbera Îsraîlê û Tirkiyê de û diyar kir ku, Tirkiyê şertê dorpêçkirina Xezayê bi şûn ve kişand.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameyê 8 xalên ku her du dewletan li hev kirine ev in:

1. Îsraîl û Tirkiye dê ji nû ve têkiliyên dîplomatîk bidin destpêkirin, dê balyoz bên wezîfedarkirin û dê serdanên fermî careke din destpêbikin.

2. Tirkiyê daxwaza xwe ya derbarê rakirina dorpêçkirina Xazeyê de, dê paş ve bikişîne. Li hemberî vî tiştî Îsraîl piştî kontrolkrina Îsraîlê, dê destûrê bide ku ji ser limana Aşhdodê alîkarî ji bo Xazeyê bê şandin. Herweha Îsraîl dê destûrê bide ku Tirkiye bi hevkariya Elmanyayê li Xazeyê santrala enerjiye ava bike. Dîsa Tirkiye li Xazeyê dê nexweşxaneyekê çêbike.

3. Di peymanê de behsa paşveşandina leşkerên îsraîlê yên li Xazeyê hatibûn kuştin an jî hatibûn birîndarkirin nayê kirin. Lê çavlirêye ku Tirkiyê derbarê paşveşandina cenazeyên hin leşkerên îsraîlî de, bi Hamasê re hevdîtinan bike ku li Xazeyê miribûn.

4. Îsraîl wê 21 milyor dolarî weke ‘alîkariya mirovî' radestî Tirkiyê bike ku ji bo malbatên kesên ku di bûyera Mavî Marmarayê de mirine û birîndar bûne.

‘TIRKIYE DOZÊN DERBARÊ RAYEDARÊN ÎSRAÎLÊ DE DÊ BI DAWÎ BIKE'

5. Tirkiye hemû dozên ku ji ber bûyera Mavî Marmarayê yên derbarê rayedarên Îsraîlê de hatine vekirin dê bidawî bike.

‘DI PEYMANÊ DE NAVÊ HAMASÊ DERBAS DIBE'

6. Tirkiyê dê ji Hamasê re bibe asteng ku di çalakiyên xwe yên li hemberî Îsraîlê de Tirkiyê weke baregeh bikar nîne. Hate diyar kirin ku Îsraîlê jî daxwaza xwe ya derbarê girtina navenda fermandariya Hamasê ya li Tirkiyê wê bi paş ve bikişîne.

‘HEVKARIYA GAZA SIRUŞTÎ JÎ KETE NAVA XALÊN PEYMANÊ

7. Di navbera her du dewletan de parvekirinên leşkerî û istixbarî dê careke din destpêbikin.

8. Her du dewlet derbarê derxistina gaza siruştî ya Îsraîlê û xebatên hinardekirinê de dê dest bi hevdîtinan bikin. Tirkiyê êrînî li wê mijarê dinêre ku gaza siruştî ya Îsraîlê bikirin û bi avakirina xeta boriyê gazê bifiroşin Ewropayê.

‘ÎSRAÎLÊ TEMÎNAT DAYE RUSYAYÊ, MISIRÊ, YEWNANÎSTANÊ Û QIBRISÊ'

Yediot Ahronotê nivîsandiye ku derbarê peymanê de Îsraîlê agahî daye Rûsyayê, Misirê, Yewnanîstanê û Qibrisê. Rojname dibêje ku Îsraîlê temînat daye van welatan ku Peyman zerarê nade têkiliya di navbera wan û Îsraîlê de.

Bi heman mijarî:

'Di nêzîkbûna Îsraîl û Tirkiyê de mijara sereke gaza siruştiye'
‘Dibe ku Rûsya dixwaze di pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de bibe mudaxil'
Îsraîl ji hewayê êrişî Xazzeyê kir
Îsraîl êrişî Gazzeyê kir
Têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê normalîze dibin
Etîketan:
peyman, Mavî Marmarayê, Hamas, Îsraîl, Xazze
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de