09:20 22 Gulan 2018
    Ala Kurdistan û Iraqê

    YNK û Goran: Em ji Iraqê cuda nabin

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Partiya Dawa ya Iraqê Elî Elaq diyar kir ku heyeta hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê di dema hevdîtina xwe ya li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de ragihandine ku ew naxwazin ji Iraqê cuda bibin.

    Navenda Nûçeyan  — Li gorî agahiyên Rûdawê şandeke hevbeş ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li Bexdayê li gel partî û aliyên siyasî yên Iraqê hevdîtinan dikin û ji wan re behsa rêkeftina xwe dikin. Şanda herdu partiyan di 25ê Hezîranê de jî bi Serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî re civînek li dar xistibûn.

    Hat ragihandin ku Elî Elaq ku yek ji endamên Partiya Dawa ya Iraqê ye û bixwe jî tevlê civînê bûye, diyar kir ku şanda YNK û Goranê gotiye em dixwazin danûstandin û peywendiyên xwe yên li gel Bexdayê pêşde bibin û diyar kiriye ku ew naxwazin ji Iraqê cuda bibin û xwe wek beşeke Iraqa yekgirtî dibînin.

    Herwiha tê gotin ku ev helwesta YNK û Goranê di nava partiyên Kurdan de dibe sedema nerazîbûn û gumanê. Li gorî agahiyan herî dawiyê herdu partiyên Îslamî yên herêma Kurdistanê, Komeleya Îslamî û Yekgirtû rexne li vê helwesta YNK û Tevgera Goranê girtiye û ev helwesta van herdu partiyan wek parçebûna Kurdan ya li Bexdayê binav kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goranê endamên Desteya Hevbeş diyarkirin
    PDK û YNK: ‘Kerkûk xeta sor e'
    “YNK û Goran hikûmeteke herêmî dadimezirînin”
    YNK, Goran, Komele û Yekgirtû li Silêmaniyê dicivin
    PDK, YNK û Goran civîn li ser civînan
    Etîketan:
    cudabûn, Yekgirtû, Komeleya Îslamî, Goran, YNK, Elî Elaq, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de