17:57 21 Sibat 2018
Zindî
    Navçeya Cizîrê

    Polîsan li Cizîrê avêt ser avahiya Komeleya Rojavayê

    © Sputnik/ O.F Baran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîsan bi hinceta ku ‘ji bilî qaymeqamiyê ti saziyên din nikarin xebatên alîkariyê bimeşînin', li Cizîrê girtin ser Komeleya Piştgirî û Alîkariya Rojavayê. Di encama serdegirtinê de polîsan dest danî ser alîkariyên ku hatibûn komkirin.

    Navenda Nûçeyan — Komeleya Rojavayê ji bo piştgiriya Ciziriyan piştî rakirina qedexeyê dest bi xebatên alîkariyê kiribû. Polîsan îro avêtin ser avahiya komeleyê û belavkirina alîkariyê asteng kir. Li gor nûçeya di DİHAyê de hatiye belavkirin polîsan gotine ku ‘ji bilî qaymeqamiyê ti saziyên din nikarin xebatên alîkariyê bimeşînin' û dest danîne ser tiştên alîkariya berhevkirin. Polîsan piştî ku sê saetan li avahiyê lêgerîn pêk anîn, cezayê pare ji bo wesayita komeleyê birîn û dest danîn ser wê.

    Rêveberê Komeleya Rojavayê Ramazan Karabal serdegirtina komeleya xwe li dijhiqûqê nirxand û got ku dixwazin di meha remezanê de alîkariya wan bigihêje Cizîriyan.

    Bi heman mijarî:

    Heyva sor alîkariya kurdên Tirkiyeyê kir
    HDPê rapora Cizîrê bi dîmenan parve kir
    Sariyildiz: ‘Berpirsyarê qetliyama li Cizîrê Erdogan e'
    Li Cizîrê wesayita leşkerî zarokek kuşt
    Demîrtaş û Sariyildiz li NYê bûyerên Cizîrê vegotin!
    Etîketan:
    astengkirin, alîkarî, polîs, Ramazan Karabal, Komeleya Rojavayê, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de