00:01 23 Sibat 2018
Zindî
    Ala Îsraîlê

    îsraîl: Em naxwazin ku DAIŞ li Sûriyê têk biçe

    © Flickr/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberê Istixbarata leşkeri yê Îsraîlê Halevi, aşkere kir ku ew piştgiriyê nadin têkoşîna li dijî DAIŞê ya hevpeymana navdewletî bi serkêşiya DYAyê dike.

    Navenda Nûçeyan — Rêveberê istixbarata leşkeri yê Îsraîlê Tumgeneral Herzl Halevi, di Konferansa Herzliya yê de axivî û derbarê têkoşîna li dijî DAIŞê ya li Sûriyê û Iraqê de nirxandinên girîng kir.

    Halevi got ku DAIŞ ji sê mehên derbasbûyî û vir ve ‘rojên herî zehmet dijî' ku xîlafet ragihandibû. Halevi diyar kir ku, "Îsraîl naxwaze ku rewşa li Sûriyê bi têkçûna DAIŞê re bidawî bibe."

    Halevî nirxandinên xwe wiha berdewam kir: "Vekişîna hêzên süper ji herêmê qê bihêle ku Israîl li hemberî Hizbullahê û Îranê bi tenê bihêle û wê Îsraîlê têxe rewşeke tengav. Ji bo em xwe di nava pozisyoneke wiha de nebinin em neçarin ku çi ji destên me bê bikin".

    Wezîrê bere yê Berevaniyê yê Israîlê Moşa Ya'alon jî di meha rêbendanê de axivî bû û diyar kiribû ku ew ê li hemberî Îranê DAIŞê tercih bikin, ji ber ku Îran û grûpên piştgiriya wan dikin, ji bo Îsraîlê tehdit in.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîlê ji bo têkoşîna li hemberî BDSê wezaret avakir
    “Niha ti tehdîda ewlehiyê li ser Îsraîlê tine”
    Rûsya, tanka ku wekî xenîmet standibû îadeyî Îsraîlê kir
    Destûra ketina 83 hezar filistînî ji bo Îsraîlê hat sekinandin
    Li Îsraîlê êrişa çekdarî: 4 kuştî û 6 birîndar
    Etîketan:
    DAIŞ, Istixbarata leşkerî ya Îsraîlê, Moşe Yaalon, Herzl Halevi, Îran, Sûriye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de