06:52 18 Hezîran 2018
Jina kurd a 77 salî Sîsê Bîngol

Jina kurd a 77 salî serbest hate berdan

© Foto : twitter
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jina bi navê Sîsê Bîngol a 77 salî ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê' hatibû girtin, sersebt hate berdan.

Navenda Nûçeyan — Sîsê Bîngol di 6ê nîşanê de li gundê Batan a Gimgimê, di encama serdegirtina mala xwe de hate desteserkirin. Jina 77 salî bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê' û ‘alîkariya rêxistinê' ji hêla dadgehê ve hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê. Piştî 3 mehan Sîsê Bîngol derket pêşberê Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê. Bîngol ji ber ku di girtîgehê de nexweşiyên kronik lê peyda bûne serbest hate berdan. Lê ji bo jina 77 salî biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyê hate girtin.

Bi heman mijarî:

Jina 77 salî bi tawana endamîtiya PKKê hat girtin
Li Şirnexê operasyon: 2 kes hatin girtin û kesek jî hate desteserkirin
Li Mêrdînê operasyon: 8 kes hatin desteserkirin
Di meha Gulanê de 18 rojnameger hatin desteserkirin
Rojnamevanek din hate desteserkirin!
Etîketan:
serbestberdan, desteserkirin, 'endamê rêxistinê', Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê, Sîsê Bîngol, Mûş, Gimgim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de