02:58 20 Hezîran 2018
Murat Karayilan

Mûrat Karayilan: Rêya Kurdistana Serbixwe vekiriye

© AFP 2018 / MUSTAFA OZER
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê Rêvebiriya PKKê Mûrat Karayilan diyar kir ku "An wê li hemberî kurdan helwestên xwe biguherînin an jî wê kurd ji xwe re rêya serxwebûnê hilbijêrin.

Navenda Nûçeyan — Li gor nûçeya di ANFê de hatiye belavkirin, Endamê Rêvebiriya PKKê Murat Karayilan di Stêrk Tvyê de axiviye û derbarê daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim de nirxandin kiriye ku Yildirim gotibû KCK ji bo agirbestê peyaman ji wan re dişine. Karayilan diyar kir ku daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê ne rast e û wiha nirxandin kir; "Beriya her tiştî niha li Kurdistanê qirkirin heye, jenosît heye. Ji hêzeke ku li Kurdistanê jenosîtê pêk tîne re em çawa dikarin bibêjin ‘werin em bi te re rûnên'? Ev ne mimkun e."

Karayilan got ku "Divê Tirkiye xweseriya Kurdistanê qebûl bike û Rêber Apo azad bibe. Ev nebin ne mimkun e ku şer bisekine" û behs kir ku alternatîvên wan jî hene. Rêveberê PKKê Murat Karayilan di vê derbarê de dibêje ku "Heke dewlet li hemberî daxwaza Xweseriya Demokratîk a gelekî safiyane, bi awayekî hov, bikaranîna çekên giran û serobinokirina bajaran bersivê bide, wê demê em ê jî li rêyên din bigerin. Di her halî de rêya tekane ne Xweseriya Demortakî e."

Karayilan diyar dike ku ew dixwazin Abdulah Ocalan serbest bê berdan, Kurdistana Xweser û Tirkiyeya Demokratîk bê qebûl kirin. Heke neyê qebûl kirin lê heke neyê qebûlkirin wê ew jî Kurdistan a serbixwe bikin hedef. Li gor Karayilan ji ber ku êdî peymana Sykes-Picotê derbas nabe, şert û mercên serxwebûna kurdan li Rojhilata Navîn heye. 

Bi heman mijarî:

Karayilan: Tirkiyê piştgiriyê dide DAIŞê û El Nusrayê
PKK: Şertên muzakereyê nemaye
Karayilan: ‘Bahozeke mezin nêzîk dibe'
'Emê navên parlementerên AKPyî yên dixwastin ku Bayik û Karayilan biezimînin eşkere bikin'
Karayilan:'Erdogan li hemberî gerîlayê Kurdistanê bi ser nakeve'
Etîketan:
Kurdistana serbixwe, xweseriya demokratik, agirbest, KCK, AKP, PKK, Binali Yildirim, Abdulah Ocalan, Mûrat Karayılan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de