22:01 22 Sibat 2018
Zindî
    Ragihandina Sîstema Federaliya Demokratîk

    Li Bakurê Sûriyeyê ji bo hilbijartinê amadekarî tê kirin

    © Foto: ANHA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Desteya Rêxistinî ya Sîstema Federalîzma Demokratîk li gel amadekariyên Destûra Bingehîn, niha jî amadekariyan ji bo hilbijartinan dike.

    Navenda Nûçeyan — Li Bakûrê Sûriyeyê bi pêşekiya PYDê, sazî, rêxistin û derdorên siyasî û civakî di demên derbasbûyî de Sîstema Federalîzma Demokratik îlan kiribûn. Piştî vê îlanê Desteya Rêxistinî ya Sîstema Federalîzma Demokratîk dest bi amadekariyên çêkirina Destûra Bingehîn kiribû û reşnivîsa wê bi dawî kiribû. Reşnivîs ji bo Meclîsa Avakar a Federalizma Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê hatibû pêşkêşkirin û tê texmînkirin ku Meclîs di nava mehekê de pêvajoya dengdayinê bi dawî bike. Herweha di maweyê sê mehan de destûr pêşkêşî welatiyan bê kirin.

    Li gor agahiyên desteye daye wê ev civîn bibin bingehê amadekariya hilbijartinê. Di heman çarçoveyê de wê ji bo hilbijartinê civateke giştî bê lidarxistin. Bi vê civatê re wê bê armanc kirin ku di tevahiya sazî û rêxistinên rêvebirî de hilbijartin bên çêkirin.

    Hevseroka Meclîsa Avakar ya Federalîzma Demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif ji ANHAyê re daxuyakirin ku wan bi Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind re civîn çêkiriye û nîqaş derbarê amadekariyên hilbijartinê de kirine. Yûsif got: Me biryar girtiye ku ji bo çavdêriyê ekîbeke pispor diyar bikin û ciyên ku ofîsên komîsertiyê tunebin ofîsan li wan deran vekin. Herweha guncav hate dîtin ku komîteyek serbixwe ya navdewletî jî hilbijartinê bişopîne."

    Di civata giştî de wê al û rêziknameya federalîzmê jî bêndiyarkirin.

    Bi heman mijarî:

    “Bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re plana federasyona bakurê Sûriyeyê pêk tê”
    MSD pergala federaliya demokratîk pejirand
    Vaye Newroza Federalîzma Demokratîk
    Meclisa Sûriyeya Demokratîk wê ji 42 kesan pêk were
    Li Dêrikê Kongreya Sûriyeya Demokratîk dest pê kir
    Etîketan:
    hilbijartin, ANHA, Destiya Rêxistinî ya Sîstema Federalîzma Demokratîk, PYD, Hediye Yusif, Bakurê Sûriyeyê, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de