16:59 25 Hezîran 2018
penaber

NY: Ji bo çareseriya pirsgirêka penaberan divê biryarên siyasî bên standin

© REUTERS/ Laszlo Balogh
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Rayedarê Beşa Karên Multeciyan ê NYyê Hamal Ebu Asakir, diyar kir ku ji bo vegera penaberan ber bi malen xwe ve divê biryarên siyasî bên standin.

Penaber
© REUTERS / Ognen Teofilovski
Navenda Nûçeyan — Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê aşkere kiribû ku di sala 2015ê de hejmara kesên bi darê zorê ji cî û warên xwe derketine gihiştiye 65 milyon û 300 hezarî. Di Roja Pebarenan a Cîhanî de raporta derbarê meylên kurewî de hatibû aşkere kirin ku bal dikişand ser şer, pevçûn, zordarî, tundî û binpêkirina mafên mirovan ku di sala 2015ê de li gelemperiya cîhanê zêdetir bibû.

Asakîr derbarê raporta dawî ya NYyê de nêrînên xwe bi Sputnîkê re par ve kir û got ku berpirsiyariya parastina penaberan di stuyê wan hikûmetan de ye ku penaber qebûl kirine.

Asakîr diyar kir ku; "Hin welat, ji ber kêmasiya madî yan jî bêtecrûbetiyê nikarin şert û mercên lazim ji penaberan re ava bikin. Welatên Ewropayê, DYA, Keneda divê alîkariyê bidin welatên cîran û berpirsiyariya derbarê qebûlkirina penaberan de par ve bikin."

Berpirsê NYyê got ku NY li ser daxwazê alîkariyê dide welatên di rewşa zehmet de ne. Asakîr herweha got ku li hin welatan penaber rastî êrîşa gelên herêmî tên û polis bi madeyên çavşewitandinê mudaxeleyî wan dikin. Asakir ji bo bidawîhatina penaberan diyar kir ku divê şer bidawî bibin.

Bi heman mijarî:

Li ser sînorê Tirkiyê 11 penaber hatin kuştin
Terorîstan gule reşandin: 6 penaber hatin kuştin
Alîgirên tîma Brîtanyayê bi zarokên penaber tinazan kirin
UNICEF: Zarokên penaber yên li Fransayê ne di ewlehiyê de ne
20 jê zarok 34 penaber li çolê ji bêavî mirin
Etîketan:
penaber, Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê, Hamal Ebu Asakir, DYA, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de