00:38 19 Sibat 2018
Zindî
    Di navbera mehên tebaxa 2015ê û Hezîrana 2016ê de, li 8 bajaran û 26 navçeyan 81 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye standin. Li gor raporta Platforma Koçê, biryarên qedexeyan bandora xwe li nêzîkî yek milyon û nîv mirovan kiriye. Ji 300 hezar heta 600 hezar kesî neçar mane ku bi darê zorê koç bikin.

    Hejmara kesên ji bajarên kurdan koç kirine di navbera 300 û 600 hezarî de ye

    © Sputnik/ Ömer Faruk Baran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Di navbera mehên tebaxa 2015ê û Hezîrana 2016ê de, li 8 bajaran û 26 navçeyan 81 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye standin. Li gor raporta Platforma Koçê, biryarên qedexeyan bandora xwe li nêzîkî yek milyon û nîv mirovan kiriye. Ji 300 hezar heta 600 hezar kesî neçar mane ku bi darê zorê koç bikin.

    Navenda Nûçeyan — Platforma Şopandina Koçê ya Marmarayê û Platforma Koçê derbarê biryarên qedexeya derketina derve û encamên wê de raportek amade kir. Raport bi navê Lêkolîna Qadê ya Qedexekirina Derketina Derve hatiye belavkirin. Her dû platform di meha gulanê de bi 115 malbatên ku koçkirine re hevdîtin pêk anîne. Li gor raportê ji ber biryara qedexeyê kesên bûne koçber bêhtir li Mêrsînê bi cî bûne. Di rêza duyemîn de Amed tê û ya herî dawî jî Stenbol e.

    BI 115 KESAN RE HEVDÎTİN HATIYE KIRIN

    Şer û pevçûnên Sûra Amedê bûn sedema koçberiyê
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Raport dide xuyakirin ku bêhtir di mehên berfenbara 2015ê, rebendana 2016ê û sibata 2016ê de koç kirine. Derketiye holê ku ji van 115 kesan 55ê wan berê jî bi darê zorê koç kirine ku piraniya wan ji Silopî û Geverê ne.

    Platform radigihîne ku 52 kesan gotine ku di dema koçkirinê de rastî fişarê hatine. Herî zêde jî kesên ji Gever û Sûrê koç kirine behsa vî tiştî dikin. Tene 8 kesan nexwestiye bersiva vê pirse bidin. Raport diyar dike ku 78 kesan gotine ew di xaniyên bi kire de dimînin û 32 kes jî li ba mirovên xwe dimînin. Tenê 23 kes alîkariya kirê distînin.

    ZAROKÊN 41 MALBATÎ JI PERWERDEYÊ DÛR KETINE

    Di nava van kesan de zarokên 49 malbatan ji ber rewşa heyî nekarin zarokên xwe bişînin dibistanê. 41 malbatan gotine zarokên wan dikarin perwerdeya xwe berdewam bikin. Di çarçoveya lêkolîna platformê de 60 kesan gotine ku wan serî ji bo alîkariyê dane, lê tene 27 kesan alîkarî standine.

    Di raportê de xala herî balkêş ew e ku 110 kesan gotine em dixwazin vegerin cî warên xwe. 4 kesan bersiva vê pirsê nedaye, yek malbatê gotiye em naxwazin vegerin.

    QEDEXEYA HERÎ DIRÊJ LI ERDEXANÊ ÇÊBÛYE

    Raport balê dikişine ser biryarên qedexeya derketina derve ku li gor wê li 19 bajaran nêzîkî li 350 ciyan 133 caran biryara qedexeyên 15 rojan hatine standin. Ya ku dema wê herî dirêje li Erdexanê ji bo 22 herêman hatiye standin e. Biryara li vir di 1 Gulana 2016ê de hatiye standin ku heta 28ê Sibata 2017ê wê berdewam bike.

    Raporta platformê dibêje di vê navberê de biryara qedexeyan bandor li ser yek milyon û nîv mirovî kiriye. Herweha di navbera 300 hezar û 600 hezarî de mirov bi darê zorê koç kirine. Ji ber ku li Gever û Nisêbînê hîna jî qedexe berdewam dike, li gor platformê wê ev hejmar zêdetir bibin.

    Bi heman mijarî:

    Hikumetê 3 bijartek pêşkêşî welatiyên Sûrê kirin
    Kişanak: 'Operasyon qediyan, lê rûxandina Sûrê berdewam e'
    RTê dîmênên bombebarana Artêşa tirk ya li Nisêbînê kişand
    HDPê rapora Cizîrê bi dîmenan parve kir
    Sariyildiz: ‘Berpirsyarê qetliyama li Cizîrê Erdogan e'
    Etîketan:
    koça bi darê zorê, Platforma Şopandina Koçê ya Marmarayê, Platforma Koçê, Erdexan, Sûr, Nisêbînê, Gever, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de