19:21 19 Hezîran 2018
Li ber avahiya Wezareta Karê Hundir ji bo Hurşît Kulter çalaki hate li dar xistin

Li ber avahiya Wezareta Karê Hundir ji bo Hurşît Kulter çalaki hate li dar xistin

© Foto : twitter
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Saziyên mafên mirovan derbarê aqûbeta rêveberê DBPê yê Şirnexê Hurşît Kulter de li ber Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê çalakiyek li dar xistin.

Enqere — Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Federasyona Komeleyên Piştgiriya Malbatên Girtiya (TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqasên Azad (OHD) ji bo aqûbeta Hurşit Kulter bipirsin li Enqereyê li ber avahiya Wezareta Karê Hundir çalakiyek li dar xistin.

Li ser navê çalakvanan rêvebera İHD a Enqereyê Sevinç Koçak daxuyaniya nivîski xwend û got ku, "Piştî hate wendakirin, hin îfade derketine holê ku derbarê aqûbeta Kulter de bûn. Lê saziyên dewletê tenê gotin ku ‘Kesekî bi vî navê nehatiye desteserkirin'. Em vê helwesta dewletê di salên 90î de, ji bûyerên failên wan ne diyar de dizanin."

Çalakvanan bangewazî li Wezîrê Dadê, Wezîrê Karê Hundir, Serdozgeriya Komarî ya Şirnexê, Walîyê Şirnexê û 23yemîn Fermandariya Hidût a Cenderme kirin ku derbarê aqûbeta Hurşît Kulter de agahiyê bidin.

Bi heman mijarî:

Saziyên sivîl aqûbeta Hurşît Kulter dipirsin
Parêzer Urper: Li kolanên Şirnexê gelek cesedên bêxwedî hene
Hevserokê DBPê ya navçeya Liceyê hate girtin
Hevserokê DBPê yê navçeya navendiya Sêrtê hat girtin
Rêvebirê DBPê yê Sêrtê hate girtin
Etîketan:
winda, DBP, TUHAD-FED, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), ÇHD, İHD, Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, Hurşit Kulter, Şirnex, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de