02:14 18 Sibat 2018
Zindî
    Navçeya Qulpê

    Lewheya bi ermenkî bi îdiaya ku ‘bertek' tên nîşandan hate rakirin

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Qulpê ya Îdirê şaredariyê lewheyek bi zimanê tirkî, kurdi, ingilîzî û ermenkî daliqandin ku li ser ‘hûn bi xêr hatin' û ‘Oxir be' dihate nivîsandin. Lewje ji ber nivîsa ermenî rastî ‘bertekê' hat û şaredariyê lewhe daxist.

    Navenda Nûçeyan — Li gor agahiyan Şaredariya Qulpê ya Îdirê par di meha îlonê de li ser rêya navçeyê bi tirkî, kurdî, ingilîzî û ermenkî lewheyek daliqandin. Di lewheyê de bi van çar zimanan ‘hûn bi xêr hatin' û ‘Oxir be' dihate nivîsandin. Li gor îdiayê ji ber ‘bertekên welatiyan' nivîsên ermenîkî ji hêla xebatkarên şaredariyê hatin rakirin.

    Şaredariya Qulpê li ser rêyên ketin û derketina bajêr de ji bilî tirkî û kurdî bi zimanên ingilîzî û ermenkî lewhe daliqandibû ku navçe bi Ermenistanê re sînor e. Lê hate îdiakirin ku hin saziyên sivîl bertek nîşanî nivîsa ermenkî dabûn.

    Etîketan:
    ermenkî, Ermenistan, Îdir, Qulpê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de