02:28 26 Sibat 2018
Zindî
    Can Dündar

    Can Dundar li Ozgur Gundemê bû gerînendeyê nobedar

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî girtina sê gerînendeyên giştî yên nobedar ên rojnameya Ozgur Gundemê Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar ji bo piştgiriyê beşdarî civîna nûçeyan a rojnameyê bû û got ku, "Heke ku ji me re dibêjin necin wê rojnameyê, em ê bi israr biçin û em ê bi vî awayî li mafên xwe xwedî derkevin.

    Stenbol — Piştî biryara girtina Pispora edlî tipe û nivîskara rojnameya Evrenselê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê Tirkiyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas Erol Onderoglu û rojnemeger û nivîskar Ahmet Nesîn, rojnameger Can Dundar aşkere kiribû ku wê beşdarê çalakiya nobedariyê bibe.

    Dundar di saetên sibê de çû avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya li Beyoglûyê û li gel xebatkarên rojnameyê beşdarî civîna nûçeyan bû. Gerînendeyê giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat jî ji bo piştgiriyê beşdarî civînê bû.

    Can Dundar di civîna rojevê ya rojnameyê de axivî û diyar kir ku bi girtina re dixwazin peyamekê bidin me. Dundar di axavtina xwe de got ku; "Dixwazin bibêjin ku heke hûn piştgiriyê bidin, heke hûn li gel mexdûr bisekinin em ê we bigirin. Me jî mesaj stand û em hatin piştgiriyê. Heke ku ji me re dibêjin necin wê rojnameyê, em ê bi israr biçin. Heke ku ji me re bibêjin vê televizyonê temaşe nekin emê temaşe bikin û em ê bi vî awayî li mafên xwe xwedî derkevin."

    Di vê navberê de di saetên nîro de wê hin saziyên sivîl, sendika û rêxistinên pîşeyî ji bo piştgiriya rojnameyê çalakiyan li dar bixin.

    Bi heman mijarî:

    Dozgeriyê xwest ku kesên piştgiriya Ozgur Gundemê kirine bên girtin
    Hasan Cemal nobedarê îro yê Ozgur Gundemê ye
    Derbarê 'Ozgur gundemê' de lêpirsîn dan destpêkirin
    Etîketan:
    piştgirî, girtin, Gerînendeyên giştî yê nobedar, Evrensel, Cumhuriyet, Ozgur Gundem, Fatih Polat, Ahmet Nesin, Erol Onderoglu, Prof. Şebnem Korur Fincani, Can Dundar, Beyoglu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de