04:49 26 Sibat 2018
Zindî
    Meclîsa Tirkiyê

    Fezlekeyên parlamenterên HDPê şandin serdozgeriya Amedê

    © Foto: facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    30 fezlekeyên parlamenterên HDPê ji bo ku derbarê wan de pêvajoya lêpirsînê bê meşandin ji Serdozgeriya Komarî a Amedê re hat şandin. Fezleke di pêvajoya guhertina Destûra Bingehên a derbarê rakirina parêzbendiyan de li Wezareta Dadê ya Tirkiyê bûn û ji bo parlamena Tirkiyê nehatibûn şandin.

    Navenda Nûçeyan — Piştî dengdayina guhertinê ya derbarê xala rakirina Destûra Bingehîn de fezlekeyên parlamenteran hatin amadekirin û ji bo dozgeriyan hatin şandin. Fezleke di pêvajoya guhertina Destûra bingehîn de la Wezareta dadê bûn û ji bo parlamenê nehatibûn şandin. Di encama vê pêvajoyê de 30 fezlekeyên parlamenterên HDPê şandin Serdozgeriya Komarî ya Amedê.

    Rayedarên dozgeriyê, diyarkirin ku ji ber fezleke di çarçoveya guhertina destûra bingehîn de bûn, bêyî ku bişînin parlamenê, ji Serdozgeriya Komarî ya Amedê re hatine şandin.

    Hate diyarkirin ku 130 fezlekeyên din jî, piştî hatin tesnîf kirin wê ji bo heman serdozgeriyê bên şandin. Ev fezleke jî piştî guhertina Destûra Bingehîn ji parlamenê şandibûn Wezareta Dadê.

    Rayedaran aşkere kirin ku piştî 160 fezlekeyên aîdî parlamentera gihiştin Amedê wê pêvajoya yaseyî destpêbike û wê ji bo îfadeyê bang li gûmanbaran bê kirin. Hate diyarkirin ku dozger dikare piştî berhevkirina delîlan dikare biryara bêtaqîbiyê jî bide û dikare îdianameyê jî amade bike.

    Bi heman mijarî:

    Fezlekeyên Demîrtaş û Kiliçdaroglû şandin berdestê serdozgeriyê
    Wezîrê Dadê: Fezlekeyên parlamenteran me şandin dozgeriyê'
    Fezlekeyên ji bo parêzbendiya parlamenteran bê rakirin şandin Serokwezîrtiyê
    Fezlekeyên 8 parlamenterên HDPê şandin meclisê!
    Fezlekeyên ji bo parlamenterên HDPê gihîşt parlamentoyê
    Etîketan:
    rakirina parêzbendiyan, fezleke, Destûra Bingehîn, Serdozgeriya Komarî ya Amedê, Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, HDP, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de