18:53 15 Kanûn 2017
Zindî
    Vîtaliy Mutko

    Rûsya: "Qedexekirina atlêtan tiştekî şaş e"

    © Foto: EQ Images
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko ragihand ku di mijara dopîngê de qedexekirina atlêtên paqij tiştekî gelekî şaş e.

    Moskova — Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko bersiva pirsên malpera R-Sportê dan û ragihand ku di mijara dopîngê de qedexekirina atlêtên paqij tiştekî gelekî şaş e. Atlêtên wekî Yuliya Stepanova ku berê ji bo bi kar anîna dopîngê ceza xwarine dikarin bi awayê serbixwe tevlî Olimpiyadên Rioyê bibin. Piştî ku cezayê xwe kişand Stepanova têkilî bi Saziya Tekoşîna bi Dopîngê ya Cihanê re danî û îhtîmaleke wê tevlî olimpiyadan bibe, lê atlêtên ku paşeroja wan paqije nikarin tevlî bibin. Ev standardeke çawa ye?

    Yekîtiya Federasyonên Atletîzma Navneteweyî (IAAF) roja înê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku wê biryara menkirina atlêtên rûsî ji olimpiyadên navneteweyî di meriyetê de bimîne.

    Rûsya, wê tevlî lîstikên Paralimbik bibe

    Ji aliyê din ve Komîteya Paralimbik a Navneteweyî di daxuyaniya eşkere kir ku qedexeya IAAFê bandorê li tevlîbûna lîstikên Paralimbik nake.

    Komîteyê di berdewamiya dauyaniya xwe de got: "Biryara IAAFê ya 17ê Hezîranê wê bandorê li taximê paralimbik ê Rûsyayê ku tevlî Lîstikên Paralimbika 2016an Rioyê neke."

    Bi heman mijarî:

    Mutko: ‘Li hemberî Rûsyayê êrişêke bi planî tê kirin'
    Kremlîn: ‘Bila mijara sporê nebe mijara siyasetê'
    Li Amed Sporê cezayê siyasî hate birîn
    Rewşa penaberên ku li salonên sporê bi cih dibe dê çawa be?
    Serkirdeyên Rûsyayê li salona sporê ne
    Etîketan:
    Komîteya Paralimbik a Navneteweyî, Olimpiyadên Rioyê, Yekîtiya Federasyonên Atletîzma Navneteweyî (IAAF), Wezîrê Sporê yê Rûsyayê, Yuliya Stepanova, Vîtaliy Mutko, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de