01:42 23 Hezîran 2018
Wezîrê Enerjiya Îsraîlê Yuval Steinitz

'Di nêzîkbûna Îsraîl û Tirkiyê de mijara sereke gaza siruştiye'

© AP Photo / Remy de la Mauviniere
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Enerjiya Îsraîlê Yuval Steinitz piştrast kir ku di meha adarê de li Washingtonê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk aniye û got ku; "Hevdîtina me di hewayeke gelek baş de derbas bû. Ez wisa difikirim ku em nêzîkin têkiliyên xwe normaltir bikin."

Navenda Nûçeyan — Îdiaya ku di meha adarê de li DYAyê Erdogan û Steinitz hevdîtin kirine û ev hevdîtin piştî serdegirtina Mavî Marmarayê ya 2010ê hevdîtina di asta herî bilind de ye, di wan rojan de di çapemeniyê de cî girtibû. Herçiqas ku her dû welatan jî ev hevdîtin piştras nekiribe, fotografên Erdogan û Steinitz di rojnameyan de derketibûn.

Wezîrê îsraîlî li Qudsê ji Reutersê re axivî û diyar kir ku li Washingtonê di hevdîtina 20-30 deqîqeyan de wan krîza Sûriyê, hebûna Îranê li Sûriyê, mijarên teror û gaza siruştî girtine dest. Steinitz got ku; "Hevdîtin di hewayeke baş de derbas bû…Ez ji bilî vê naxwazim tiştekî bibêjim. Ez yek ji wan kesan im ku herî zêde piştrgiriya têkiliyên dîplomatîk yên bi Tirkiyê re dikin." Steinitz wiha berdewam kir; "Me sedî 80-90 zehmetî û cudatî çareser kiriye. Niha bi nîyeta baş a her dua liyan em dikarin pirsgirêkên mayî çareser bikin."

‘JI BO GAZA SIRUŞTÎ YA ÎSRAÎLÊ VEBIJARKA HERÎ BAŞ TIRKIYE YE'

Reutersê nivîsand ku, yek ji mijara bingehîn ya Tirkiyê û Îsraîlê ber bi hev tîne rezervên gaza siruştî yên li peranvên Qibris û Îsraîlê ne û wê Îsraîl ji bo vê mijarê ihtimale ku pêdiviyê bi hevkariya Tirkiyê bibine. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku ji bo Îsraîlê, di warê bazar û xeta borî ya ku wê ber bi Ewropayê ve biçe de vebijarka herî baş Tirkiye ye û tê diyarkirin ku Îsraîl bi vê sedemê ve girêdayî ji bo normalkirina têkiliyan gavan diavêje.

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Steinitz jî bal kişand ser wî tiştî ku Tirkiyê pêdiviya xwe ya gaza siruştî ji Rûsyayê bi cî tîne dixwaze alternatîfên xwe zêdetir bike. Steinitz wiha berdewam kir; "Naxwazin tenê bi çavkaniyekê yan jî du çavkaniyên enerjiyê ve girêdayî bimînin. Îsraîl jî dixwaze gaza xwe îxrac bike. Yanî fersendeke gelekî baş heye."

Rayedarekî tirk ku di warê enerjiyê de kar dike, ji Reutersê re axivî û diyar kir ku Zorlu Enerji û Enerjisa jî ji bo gaza siruştî bi Îsraîlê re hevdîtinan pêk tînin.

Bi heman mijarî:

‘Dibe ku Rûsya dixwaze di pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de bibe mudaxil'
Tirkîyaye êrîşê Îsraîl şermezar kir
Putin: Têkiliyên me bi Îsraîlê re gelekî giring in
Îsraîlê ji bo Tirkiyayê hişyarî da: 'Derkevin'
Artêşa Tirkiyeyê jî wekî ya Îsraîlê li ser moşekan peyaman dinivîse
Etîketan:
gaza siruştî, Reuters, Yuval Steinitz, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiyê, Washîngton, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de