10:16 22 Sibat 2018
Zindî
    Mithat Sancar - Aysel Tugluk

    HDP: Pêwistiya me bi 52 îmzeyan heye

    © Foto: evrensel
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    HDP ji bo betalkirina guhertina derbarê parêzbendiyê de dixwaze serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê bide. Ji bo vî tiştî divê 110 parlamenter îmzeyê bidin daxwaznameyê. Lê tenê 58 parlamenterên HDPê hene.

    Enqere — Parlamenterê HDPê Mithat Sancar û Alîkara Hevserokên HDPê Aysel Tugluk li Parlamena Tirkiyê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Mithat Sancar diyar kir ku wan daxwaznameya amade kiriye. Sancar got ku, "Lê tenê 58 parlamenterên me hene. Hejmara 59 e, lê ji ber ku birêz Leyla Zana niha beşdarî xebatên parlamenê nabe, hejmar 58 e. Ji ber wê jî pêwistiya me bi 52 îmzeyan heye da ku em vê bibin Dadgeha Bilind. Heke ku heta roja duşemê 110 îmze neye dayîn helbet ev serlêdan çênabe."

    Mithat Sancar balkişand ser amadekariya hin parlamenterên CHPê û bang li wan kir; "Heke ku bixwazin grûba partiya me dikare îmze bide daxwaznameya wan. Yan jî ew dikarin îmzeyê bidin ya me."

    Alîkara Hevserokên HDPê Aysel Tugluk jî diyar kir ku daxwaznameya wan derbarê betalkirina xala 20emîn e. Tugluk herweha derbarê serîlêdana şexsî û ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî agahî da û got ku ew amadekariyan dikin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî rakirina parêzbendiyan fezleke ji Serokwezîriyê re hat şandin
    Fezlekeyên Demîrtaş û Kiliçdaroglû şandin berdestê serdozgeriyê
    Wezîrê Dadê: Fezlekeyên parlamenteran me şandin dozgeriyê'
    Fezlekeyên ji bo parêzbendiya parlamenteran bê rakirin şandin Serokwezîrtiyê
    Fezlekeyên 8 parlamenterên HDPê şandin meclisê!
    Fezlekeyên ji bo parlamenterên HDPê gihîşt parlamentoyê
    Etîketan:
    parêzbendî, Dadgeha Bilind a Tirkiyê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), CHP, HDP, Aysel Tugluk, Mithat Sancar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de