06:47 18 Hezîran 2018
Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov

Balyozê Rûsyayê beşdarî fitara Erdogan dibe

© Sputnik /
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov wê îşev beşdarî bernameya fitarê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bibe.

Enqere — Di têkiliya di navbera Enqere û Moskovayê de piştî di meha mijdara sala derbasbûyî de balafira rûsî hate xistin kriz derketibû. Di van çend rojên dawî de têkiliya her du dewletan nerm dibe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi sedema Roja Milî ya Rûsyayê ya di 12ê Hezîranê de nameyek ji Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re şandibû. Herweha Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim jî Serokwezîrê Rûsyayê Dimitri Medvedev re bi heman sedemê name şandibû.

Bi heman mijarî:

Ji Zeybekçi daxuyaniya Rûsyayê: "Em bi bûyerê xengîn in"
Markov: "Nameya Erdogan gaveke erênî ye"
Kremlînê bersiv da Erdoganî: 'Ne hewce ye'
Erdoganî daxuyaniyek ji bo Rûsyayê da
Etîketan:
fitar, krîz, Andrey Karlov, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de