20:06 18 Hezîran 2018
Nisêbîn

IHD: Kesên li Nisêbînê hatin girtin rastî îşkenceyê hatin

© Foto : DHA
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

72 kesên li Nisêbînê hatin desteserkirin û piştra hatin girtin dibêjin ew rastî lêdan û îşkenceya polîsan hatine. IHDê derbarê rewşa van kesan de daxwaza lêpirsînê dike.

Mêrdîn — Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Mêrdînê derbarê rewşa 72 kesên li Nisêbînê hatin girtin raportek amade kir û raporta xwe bi raya giştî re parvekir.

Li gor raporta İHDê, di nava 72an kesan de hin kes şandine girtîgehên Osmaniye û Tokat ê. Ji ber wê sedemê tenê bi kesên li girtîgeha Mêrdînê re hevdîtin çêbûye. Kesên ku ji hêla hêzên asayişê ve hatine desteserkirin bi giştî diyarkirine ku rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Li gor raporta komeleyê hin kesên rastî tacîza polîsan hatine.

Komele ji ber vê rewşê giliyê berpirsiyar û têkildaran kiriye û bang li Serdozgeriya Mêrdîn û Nisêbînê dike ku ji bo tespîtkirina rewşê lêpirsînê bidin destpêkirin.

İHDê herweha li gel Wezareta Dad û Wezareta Navxweyî giliyê rayedaran kiriye.

Bi heman mijarî:

Li Nisêbînê leşkeran alên tirk li avahiyên wêrankirî daliqandin
‘Li Nisêbînê 20 kes hatin kuştin û cenazeyên wan şewitandin'
Li Nisêbînê operasyon bidawî hat
Li Nisêbînê teqîn: Yek ji wan giran 2 leşker birîndar bûn
Li Nisêbînê roketa antîtank hate dîtin
Li Nisêbînê teqîn: 12 tîmên taybet birîndar bûn!
Etîketan:
lêdan, îşkence, desteserkirin, IHD, Nisêbîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de