04:36 21 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Brîtanya

    Times: ‘Li Sûriyeyê leşkerên brîtanî û grûbên çekdar bi hev re şer dikin'

    © Foto: AA/Arşiv
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1001

    Hat ragihandin ku leşkerên brîtanî yên Ûrdûnê piştgiriya grûbên muxalif ku dewletên rojava alîkariya wan dikin li hemberî rêxistina terorîs a DAIŞê tevlî operasyonan dibin.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku leşkerên brîtanî yên Ûrdûnê piştgiriya grûbên muxalif ku dewletên rojava alîkariya wan dikin li hemberî rêxistina terorîs a DAIŞê tevlî operasyonan dibin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Timesê ku dispêre fermandarekî herêmê, hêzên taybet en brîtanî li Ûrdûne gelek caran sînorê Sûriyeyê derbas dikin û piştgiriya Artêşa Sûriyeyê ya Nû ku gundê El Tanif kontrol dike alîkariya wê dike. Seroke Artêşa Sûriyeyê ya Nû

    Mahmud el Salih jî ragihand ku piştgiriya brîtaniyan bi kêrî bihezkirina çeperên parastinê tên.

    Di berdewamiya nûçeya Timesê de tê gotin ku leşkerên muxalif ku ji Artêşa Sûriyeyê veqetiyane û bi navê Artêşa Sûriyeyê ya Nû hêzek ava kirine û leşkerên brîtanî û amerîkî jî wan perwerde dikin û niha kontrola herêma navbera sînorê Iraq û Ûrdûnê El Tanif di destê wan de ye û ji bo ku ev cih nêzî her du sînoran e cihekî staretîj e.

    Rojnameya Timesê, ev rewş dide xuyakirin ku leşkerên brîtanî ji xeyrî piştgiriya perwerdeya leşkerî xuyaye bi grûbên çekdar ên herêmê re tevlî operasyonên şerî jî dibin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Berbirsiyarên teqînên Lazkiye û Tartûsê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar e
    Sûriye: hatina leşkerên Amerîkayê êrîşeka li ser axa me ye
    Sûriye:'Em amade ne di hevdîtinên Cenevreye de nermatiyan bikin'
    Salih Muslim dîsa got, em naxwazin Sûriye perçe bibe
    Sûriye:'Tirkiye hê jî çekên giran dide milîtanan'
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Artêşa Sûriyeyê ya Nû, Mahmud el Salih, Ûrdûn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de