20:32 24 Gulan 2018
    John Kerry û Sergey Lavrov

    Rûsya û Amerîka: ‘Sedema pirsgirêka Qerebaxê aktorên derveyî ne!'

    © Sputnik / Ramil Sitdikov
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derveyê ya Amerîkayê John Kerry bi riya telefonê hevdîtinek pêk anîn û şerê li Qerebaxê diqewime nirxandin.

    Navenda Nûçeyan — Du roj berê li herêma Qerebaxê di navbera hêzên Azerbeycan û Ermenîstanê de şer derketibû. Di encama şer de bi dehan leşker mirin û gelek leşker jî birîndar bibûn. Li ser vê bûyerê têkilîyên  Azerbeycan û Ermenîstanê ber bi xerabiyê ve diçe û her du alî jî gefan li hev dixwin.

    Ji aliyê din Wezîrê Karên Derveyê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry bi riya telefonê hevdîtinek kirin û bûyera Qerebaxê nirxandin.

    Hate ragihandin ku herdu wezîran gotine ku divê mijarê de tiliya dewletên din hene ango ev şer ji ber aktorên derveyî qewimîye û em vê yekê şermezar dikin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan dibêje Xelîl, Davutoglu dibêje Celîl
    Unîformayên werzîşvanên rûsî yên Rioyê diyar bûn
    Parlamentoya Ewropayê: ‘Dev ji vegerandina penaberan berdin'
    Ermenistan: ‘Heke şer derkeve em ê serxwebûna Qerebaxê binasin'
    Sarkîsyan: ‘Bila Tirkiye ji mijara çareseriya Qerebaxê dur bisekine'
    Etîketan:
    şer, hevdîtin, riya telefonê, Wezaretên Derve yên Amerîka û Rûsyayê, Sergey Lavrov, John Kerry, Azerbaycan, Ermenîstan, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de