08:06 23 Gulan 2018
    nexem newzad

    Amerîka xelat da jina kurd!

    © Foto : via file
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ‘Xelata Jinên Wêrek yên Cîhanê' îsal da jineka kurd a Êzidî.

    Jina kurd a êzîdî Dr. Nexem Newzat Hesen ji ber kar û lêkolînên xwe yên derbarê mafên jinan û lêkolînên xwe yên li ser keçên kurd ên êzîdî ji aliyê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê hate xelatkirin.

    Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê (VOA), Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry ji bo Dr. Nexem Newzat Hesen gotiye: ‘Çalakvana Êzîdî, jina lêkolêner Dr. Nexem Newzat Hesen herdem ji bo yeksaniya jinan û her wiha alikariya keçên

    Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne bike xebitî.' Piştî ku Şingal ji aliyê DAIŞê ve hate dagîr kirin bi hezaran keçên Êzidî dîl hatin girtin.

    Dr. Nexem bi tekoşîneke mezin, gelek keçên Êzidî ji destên DAIŞê rizgar kir. Herwiha Dr. Nexem alîkariya derûnî û dermanên pêwîst ji keçên Êzidî re kiriye.

    Bi heman mijarî:

    52 kurdên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûn! Hejmar: 3 hezar û 878
    Kongreya Amerîkayî: ‘Tawanên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî komkujî ne'
    Jinên êzîdî dîrokê zindî dikin: Dibin Pêşmerge
    Viyan Dexîl: 5 hezar û 820 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de bûn
    DAIŞ kurdên êzîdî mecbûr dike rojiyê bigirin
    Parlamentoya kurdên êzîdî tê avakirin
    Etîketan:
    rizgarkirin, DAIŞ, derman, alikariya mirovî, xebat, lêkolîn, jina kurd, xelat, keçên êzidî, Wezareta karên derve ya Amerîkayê, Nexem Newzat Hesen, John Kerry, kurdistan, amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de