22:13 27 Gulan 2018
Serokê Amerîkayê Barak Obama

Obama: ‘DAIŞ ji sedî 40ê Iraqê vekşiya'

© AP Photo / Andrew Harnik
Nûçe
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Amerîkayê Barack Obama ragihand ku operasyonên li dijî terorîstên DAIŞê bênavber berdewam in û ji sedî 40ê Iraqê ji DAIŞê hatiye paqijkirin.

Navenda nûçeyan — Serokê Dewleta Amerîkayê Barack Obama di axaftina xwe ya heftane ya 'banga li gel' de cih da operasyên li Iraq û Sûriyeyê yên li dijî terorîstên DAIŞê.

Obama diyar kir ku têkoşîna li dijî terorîstan ber bi serkeftinê diçe û got: ‘Em ji hewayê terorîstên DAIŞê yên Iraq û Sûriyeyê bombebaran dikin. Ji xeynî wê hêzên me û hêzên herêmê bi hevre li dijî DAIŞê şer dikin. Di encamê de ez dikarim

bêjim ku ji sedî 40ê Iraqê ji destên DAIŞê hate rizgarkirin.'

Obama ragihand ku wê operasyonên dewleta Amerîkayê, heta ku dawî li  terorîstên DAIŞê bê berdewam bikin.

 

 

Bi heman mijarî:

Obama û Castro hevdîtineke dîrokî pêk anîn
Ji Obama bo Îranê: ‘Newroza we bimbarek be!'
YPG'ê careke din bi lezgînî hişyarî da! "Grûbên terorîst madeyên kîmyewî bi kar tînin"
YPG nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kir
Navbera YPG û DAIŞê de şer: 10 YPGyî jîyanên xwe ji dest dan!
Etîketan:
tekoşîn, sûrî, iraq, terorîstên DAIŞê, Barack Obama, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de