21:13 21 Hezîran 2018
Cerdevan

3 cerdevan îstifa kirin

© Foto: Yuksekova Haber
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

3 cerdevanên ku nexwestin tevlê şerên li navçeya Sûrê bibin, dev ji cerdevaniyê berdan.

Amed - Fermandariya Cendirmeyan a Tepe bi boneya beşdarî operasyonên li sûrê bibin bang li cerdevanên gundê Xanoserê yê navçeya Bismilê ya Amedê kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê Cerdevanên ku çûn Fermandariyê, ji wan hat xwestin ku beşdarî operasyona Sûrê bibin lê, 3 cerdevanên ku nexwestin beşdarî operasyonê bibin çekên xwe radestî Fermandariya Cendirmeyan a Tepê kirin û îstîfa kirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku beriya niha jî, ji bo beşdarî operasyona li Sûrê nebin 2 cerdevanên gundê Girê Hecî Faris dev ji cerdevaniyê berda bûn.

Bi heman mijarî:

1400 cerdevan beşdarî êrişên Sûrê bûn
46 cerdevan: ‘Em êdî li hember gelê xwe şer nakin'
Tirkiya: '5000 cerdevan dê hilbijartinên 1ê Mijdarê biparêzin'
Etîketan:
Bismil, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de