07:55 24 Tebax 2017
Zindî
    Êrişa Nisêbînê

    ‘1 serpel, 14 leşker û polêsên tirk hatin kuştin'

    © Foto: AA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 801902

    Kordînasyona Giştî ya YPSê derbarê encama şerên 3 rojên dawî de daxuyanî da diyar kir ku li Gever, Sûr, Hezex û Şirnexê 1 serpel, 14 leşker û polêsên tirk hatine kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li bajarên kurdan bi taybet navçeyên Botanê ku bi mehan e di bin êriş û dorpêça dewletê de ye û komkujiyên mezin pêk tîne de şer berdewam dike.

    Kordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ku ku girêdayê PKKê ne derbarê şerên 3 rojên dawî de daxuyanî da.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, hêzên YPSê li Gever, Şirnex, Hezex, Sûrê li dijî êrişên artêşa tirk de gelek polês û leşkeran kuştine.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku navçeyên lurdan di bin êriş û dorpêçeke giran de ye û di encama şerên 3 rojên dawî de li Hezex, Sûr, Gever û Şirnexê 1 serpel, 14 leşker û polêsên tirk hatine kuştin û ragihand ku li gelek cihan êrişên dewletê bi dijwarî berdewam dike.

    Derbarê van agahiyan de ji hêla wezîfedarên tirk ên fermî ve tu daxuyanî nehat dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên artêşa tirk herêma Gareyê bombebaran dikin
    Demirtaş: ‘Tenê li Silopyayê zêdetirê 500 ciwan beşdarê refên PKKê bûn'
    Ji Aysel Tugluk re 10 meh cezayê girtinê
    26 kesên li Kolana Bostanciyê jî hatine înfazkirin!
    Nasnameya 2 cenazeyan diyar bû
    Li Colemêrgê êrişa polîsan: 3 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Kordînasyona Giştî ya YPSê, Sûr, Hezex, Gever
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de