02:21 24 Tebax 2017
Zindî
    Li ser Cizîrê top baran

    26 kesên li Kolana Bostanciyê jî hatine înfazkirin!

    © Foto: FB
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 129210

    Hat ragihandin ku 26 kesên ku 15 ji wan birîndar bûn û 19 roj benda alîkariyê man derket holê ku di bodrûma Kolanana Bostanciyê de gişkî hatine înfazkirin. Tevî 13 cenazeyên din ên ji avahiyên cûda hatin derxistin, 39 cenaze rakirin nexweşxanê.

    Cizîr - Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku li navçeya Cizîr a Şirnexê, 15 ji wan birîndar 26 kesên ku li Sikaka Bostanci di avahiyekê de 19 rojan li benda rakirina nexweşxanê man, hatine înfaz kirin. Her wiha hate gotin ku ji malên cûda yên taxê jî 13 cenaze hatine derxistin. Bi giştî 39 cenaze bi ambulansên Şaredariya Cizîrê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
    Di nav çar rojên dawî de, 110 cenazeyên kesên ku di komkujiyên li avahiyên taxên Cudî û Surê de hatî qetilkirin, rakirin nexweşxaneyan. Hê jî kêmanî ji 28 kesan agahî nayê girtin.

    Bi heman mijarî:

    Nasnameya 2 cenazeyan diyar bû
    Li Colemêrgê êrişa polîsan: 3 kes hatin binçavkirin
    Suleyman Guzel jiyana xwe ji dest da
    Nûçegîhana DÎHAyê Bêrîtan Îrlan li Cizîrê hate binçavkirin
    22 malbat ji bo cenazeyan çûn Silopiyê
    Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal ji wezîfeyê hat hildan
    Etîketan:
    Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de