10:32 19 Tebax 2017
Zindî
    şer - pevçûn - polês - êriş - operasyon

    ‘Li Sûrê 9 polês û leşkerên tirk hatin kuştin'

    © Sputnik/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 193121

    Koordînasyona Giştî ya YPSê ragihand ku li navçeya Sûrê di şerên duh heta niha de 9 leşker û polêsên tirk hatine kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku Kordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) ku girêdayê PKKê ne derbarê şerên dawî de daxuyanî da.

    Di daxuyaniyê YPSê de hat gotin ku 3ê Sibatê de li derdora Taxa Hasirli, Mizgefta Çarling û Paşa Hanim a navçeya Sûrê yê Amed navbera hêzên wan û artêşa tirk de şerên dijwar qewimîne.

    YPSê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di pevçûnên pêk hatiye de 9 leşker 3u polêsên tirk hatine kuştin û di encama êrişa hewanan ê hêzên dewletê de zarokek 14 salî jiyana xwe ji dest daye.

    Herwiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanek wan jî jiyana xwe ji dest daye û nasnameya wî jî hat eşkerekirin.

    Derbarê mijarê de ji hêla rayedarên tirk ve tu daxuyanî nehat dayîn.

    Bi heman mijarî:

    YPS: Dibe ku birîndar hatibin înfazkirin!
    YPS Gever hate îlankirin!
    YPS: Li Cizîrê 4 tîmên taybet ên tirk hatin kuştin
    YPS: Li Sûrê îro 17 leşker-polês hatin kuştin
    Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) damezrandina xwe îlan kir
    Etîketan:
    Kordînasyona Giştî ya YPSê, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de