11:03 20 Tebax 2017
Zindî
    Heyeta HDPê û DBPê

    Ji Demirtaş bangewaziya ji bo çalakiyan!

    © Foto: Roj News
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 130811

    Hevserokê Giştî yê HDPê Demirtaş derbarê birîndarên li Cizîrê, êriş û kuştinên li bajarê kurdan pêk tê de li Mêrdînê axivî û got: ‘Li dijî şerê kirêt divê her kes rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike.'

    Mêrdîn - Heyeta HDPê û DBPê ku ji bo şikandina dorpêça li ser navçeya Cizîrê û 19 birîndarên di jêrzemîna bînayê deli benda ambulansê ne û ev 5 roj in jî tu agahî ji wan nayê girtin di nav hewldanan de nin, îro daxuyanî dan çapemeniyê.

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş, Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û xebatkarên tenduristiyê beşdarê civînê bûn.

    Selahattîn Demirtaş  di civînê de axivî û got: ‘Ji duh ve hem li vir hem jî li Enqereyê hevalên me ketin nava gelek hewldanan. Di encama van hevdîtinan de agahî ji me re hat, ku 3 ambûlans li ser rêya bingehîn a li pêşberî avahiya birîndar lê ne, disekinin. Lê belê beriya niha jî gelek caran ambûlans li ser vê rêyê hatibû sekinandin û destûr nehatibû dayîn kedkarên tenduristiyê bikevin nava kolanê. Di her hewldanê de dengê bomberdûman û çekan hat bihîstin û destûr nehat dayîn ambûlans bikevin nava kolanê. Ji me re hat ragihandin, ku îro jî heman rewş dubare bûye.'

    Demirtaş got: ‘Em bi Serokwezîrekî welê re rû bi rû ne, ku ji bo navçeyeke ev 50 roj in qedexe ye mirov derkevin derve dibêje, 'Em nizanin bê li wê avahiyê birîndar hene yan na'. Yê ku divê bi vê zanibe, tu ye. Eger tu bi vê nizanibe, wê çaxê hewce bi serokwezaretiya te nîne. Serokwezîr dibêje, 'Bila îspat bikin li wir birîndar heye'. Tuyê bêjî qey îspatkirina birîndaran berpirsyariya me ye. Ji ber vê yekê ambûlansê naşînin. Em bi zîhniyeteke siyasî ya fêmkirina wê zehmet e, rû bi rû ne.'

    Demirtaş derbarê mijarê de bang li gel kir û got: ‘Ne tenê ji bo Sûr û Cizîrê, divê gelê me li her cihî li dijî vî şerê kirêt rabe ser piyan, dengê xwe bilind bike. Em banga vê dikin. Bi taybetî danê êvarê li şaneşînan, li şibakeyan û di wesayîtan de deng derxînin. Li dijî zilmê em banga çalakiyan dikin. Her êvarê saet di 19an de li dijî zilmê deng derxînin. Eger dengê ji bo aştiyê bilind bibe, Enqere wê nikaribe vî dengî nebihîze.'

    Selahattin Demirtaş'tan yurt genelinde eylem çağrısı!Detay… http://sptnkne.ws/a9bfArkadaşlar PAYLAŞalım!!!

    Posted by Diyarbakır Haber on 4 Şubat 2016 Perşembe

    Demirtaş dawiyê de got: ‘Divê gelê me vê yekê weke bangeke ji rêzê nebîne û bi rengekî rêxistinbûyî bixe meriyetê. Vê weke bangeke girîng radigihînim. Bi awayekî din nepêkane ev zilm were sekinandin. Pêwîste em hikûmeteke ku ji bo ambûlansê jî bazariyê dike û bi bêwijdaniyeke mezin nêzî birîndaran dibe, bişînin ser sergoê dîrokê. Ev yek jî wê bi çalakiyên aştiyê yên vê êvarê destpê bikin re, wê were dîtin.'

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: 'Bila gelê me bangên me guhdarî bike û amade be'
    Demirtaş: Pêşiya bînayê bi temamî hilweşiyaye, di bodrûmê de 6 cenaze hene!
    Demirtaş: We wanderan kir dojeh, Toledoya çi?
    Demirtaş agahiya ji ‘hevalê' xwe wergirtiye eşkere kir
    Demirtaş: Kurd ji nû ve derdikevin ser dika dîrokê
    Etîketan:
    DBP, HDP, Selahattin Demirtaş, Kamuran Yuksek, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de