14:51 24 Çile 2018
Zindî
    Derhêner Mehmet Aktaş

    Xelatên Porteqala Zêrîn diyariyê Elçî, Dundar û Gul kirin

    © Foto: facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 01

    Xelatên 52. Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Antalyayê duh êvarê hat dayîn. Derhêner û lîstikvanan xelatên xwe diyariyê Tahir Elçî, Can Dundar û Erdem Gul kirin.

    Navenda Nûçeyan — Xelatên 52. Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Antalyayê duh êvarê bi merasîmeke hate dayîn.

    Fîlma ‘Taşa Yazilmiş Hatiralar (Jiyanên Ser Keviran Hatine Nivîsandin)' di pêşbirka navneteweyî de xelatê fîlma herî baş wergirt. Derhênerê fîlmê Mehmet Aktaş dema xelat girt axivî û xelata xwe diyariyê Tahir Elçî û hevsera wî Turkan Elçî kir.

    Aktaş di axaftina xwe de got: ‘Ez vê xelata xwe di şexsê Tukan Elçî de diyariyê hemû dayîkên tirk û kurdan dikim.'

    Di festîvalê de fîlmên ‘Sarmaşik' û ‘Kalandar Sogugu' her yekê 4 xelatan girtin.

    Dergênerê fîlma ‘Sarmaşikê' Tolga Karaçelik dema xelata xwe girt axivî û got: ‘Heta ku Can Dundar û Erdem Gul di hundir de bin em ê jî li wir bin. Heta ku em li vir bin ew dê li vir bin. Ev xelat ji bo wan e.'

    Bi heman mijarî:

    Mizgefta dîrokî hate şewitandin
    PDKSê serdana rêveberiya Kantona Kobanê kir
    Etîketan:
    52. Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Antalyayê, Mehmet Aktaş, Tolga Karaçelik, Turkan Elçî, Erdem Gul, Can Dundar, Tahir Elçî, antalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de