17:31 20 Çile 2018
Zindî
    Alaya HDP

    HDP û DBPê bang li gelê Amedê kirin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistinên HDP û DBPê yên Amedê, derbarê ‘qedexeyên derketina derve' de bang li gel kirin.

    Nisêbîn
    © Sputnik/ Ömer Faruk Baran
    Amed - Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Qedexeyên derketina derve li herêma me veguherandina pêkanîneke timî û tên dewamkirin. Ji sedema van qedexeyan gelek mirov jiyana xwe ji dest didin û bihiqûqiyeke mezin tê kirin. Ji ber qedexeyên derketina derve ku heta roja îro li gelek navçeyên herêma me hatine ragihandin, bi dehan welatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane, gelek jî birîndar bûne.'

    Di daxuyaniyê de ji bo protestokirina qedexeyên derketina derve û zexta hêzên dewletê, banga çalakiyan hat kirin.

    Rêxistinên Amedê gotin: ‘Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku her roj saet 18:00 de derkevin ber deriyê xwe, deng derxînin û lampeyên li malê vêxin û vemirînin.'

    Bi heman mijarî:

    Lî Cizîr û Sûrê êriş: Polêsek û 2 leşker hatin kuştin
    Li dijî qedexeya Sûrê çalakî
    Li Sûrê guleya bombeavêjê li malekê ket: 13 kes birîndar
    Li Sûrê zarokek û jinek hatin kuştin 4 kes jî birîndar bûn!
    Qedexeya derketina ji malan li ser navçeya Sûrê rabû
    Etîketan:
    DBP, HDP, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de