17:25 26 Îlon 2017
Zindî
    Canip Yildirim

    Canip Yildirim wefat kir

    © Foto: imc tv
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1418 0 0

    Apê Canipê ku Ji endamên berê yên TÎPê, rêhevalê Apê Mûsa ye duh li Enqereyê jiyana xwe ji dest da.

    Ji zanayên tevgera Kurd Canîp Yildirim di 90 saliya xwe de li Enqereyê wefat kir. Yildirim ê di sala 1925an de li navçeya Amed Liceyê ji dayik bû, pêr ji ber extiyariyê rakirin Nexweşxaneya Guvenê. Ji ber komaya şekir Yildirim li vê derê jiyana xwe ji dest da.

    Yildirim ê ku tevî emrê xwe yê dirêj tu carî ji têkoşînê venegeriya, di salên ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir. Yildirim tevahiya emrê xwe bi têkoşîna kurd re derbas kir.

    Tevî ku ji malbata arîstokrat bû, di temenekî ciwantiyê de dest bi têkoşîna wekhevî û azadiyê kir. Yildirim ê ku perwerdeya xwe ya hiqûqê li Parîsê temam kir, tevî ku derfetên xwe yên mayîna li derveyî welat hebû jî, ji bo têkoşînê vegeriya Tirkiyeyê.

    Yildirim ê ku hemû darbe dît, ji serhildanên kurd Agirî, Dêrsim û Şêx Seîd re şahidî kir. Piştî darbeya 27ê Gulanê hat girtin û li girtîgehê tevlî pêvajoya damezrandina Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) bû. Têgîna 'Welatiyên Kurd û Ereb jî welatiyên sereke ne' ya di bernameya vê partiyê de cih girt, ji bo wî têrker bû, ku di nav de têbikoş e.

    Canîp Yildirim salên dawî yên emrê xwe, bisiyaset û xebatên çandî derbas kir. Ji bo Yildirim yek ji adresên girîng ên li Enqereyê KURD-DER bû. Li vê derê tevlî hemû çalakiyan dibû û tecrûbeyên xwe vedigot. Di hemû axaftinên xwe de jî digot, ‘Em ji ku hatine ku. Kurdên ku berê nikarîbûn xwe vebêjin, îro di roja cîhanê de ne, siyaseta Enqereyê diyar dikin, li Rojhilata Navîn bûne yek ji hêzên mezin.'

    Kurê Yildirim Şahabettîn Yildirim diyar kir ku bavê wî gelekî bi kêfxweşî têkoşiya û bi heman rengî emrê wî bi dawî bû.

    Ji bo Yildirim wê sibe li Mizgefta Kocatepe merasîmek bê lidarxistin û cenaze piştre li Goristana Karşiyakayê bê veşartin.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Xistina balafirê çalakiyeke parastina terorîstan bû
    Dilipak kete dafika xwe: Anketê got Erdogan û DAIŞ
    Qada Şêx Seîd jî hate qedexekirin
    Jiyana rojane ya xelkê Şamê
    Ji Parlamentoya Avusturyayê ji bo bajarên kurdan biryarname
    Rûsya: Em ê delîlên nû yên têkiliya DAIŞ û Erdogan pêşkêş bikin
    Cezayê ji bo ‘pasteyê Ocalan' tê xwestin diyar bû
    Davutoglu bangî Pûtîn kir
    Etîketan:
    KURD-DER, TÎP, Mûsa Anter, Canip Yildirim, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de