07:54 24 Tebax 2017
Zindî
    Merasîma defnkirina Tahir Elçi - 3

    Tevgera Ciwanen Welatparêz yên Şoreşger derbarê kuştina Tahir Elçî de daxuyanî da

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 2004 0 0

    YDGHyê derbarê kuştina Tahir Elçî de daxuyanî da û destnîşan kir ku ew nûçeyên di medyayê de derketine derew e û ji bo sûcdaran veşêre hatiye servîskirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Anfê YDGHyê daxuyanî da wiha got:

    ‘Di medyayê de jî xûya bû ku di 28ê Mijdarê de 2 hevalên me hatine teqîbkirin, di nav texsiyeke sivîl de hatine sekinandin û di pevçûna li wir derketî de 2 polês hatine kuştin. Piştî pevçûnê 2 hevalên me yên ku ya yekî guleyên wî xelas bûne û ya din jî çekê wî xerab bûye xwestine ku ji cihê bûyerê birevin û bi tesadufî ketine kolana ku Tahir Elçî û saziyên sivîl lê daxuyanî didin çapemeniyê.

    Çawa ku dimênan de jî dixuyê li kolanê li dijî hevalên me mudaxaleya duyem pêk hatiye lêbelê hevalên me bi tu awayî gule bernedane. Hevalên me tenê xwestine ku ji cihê bûyerê dûr bikevin.

    Lêbelê medyaya şerê taybet vê bûyerê wisa anîye ziman ku qey li kolanê pevçûn derketiye. Bi vî awayî xwestine hişmendiyeke sexte çêbikin û xwestin kuştina Tahir Elçî ku bi pilankirî û qestî pêk anîne biniximin û sûcên xwe veşêrin.

    Herwiha piştre bi ser ekîbên ku ji bo lêkolînê hatine cihê bûyerê de gule hatin reşandin û ji bo delîl kom kirinê hatina dozgeran jî bi hinceta ‘pevçûn heye' hatine astengkirin. Tu eleqeya hêzên me an jî gelê Sûrê bi bi astengkirina dozgeran re nîne. Ev rewş di dîmenên kamerayan de jî bi awakî zelal dixuyê.'

    Bi heman mijarî:

    Baluken: ‘AKP ji lêkolîn û ronîkirina kuştina Elçî ditirse'
    Duran Kalkan: ‘Hesabê qetilkirina Tahir Elçî wê were pirsîn'
    Demîrtaş bersiv da: Ew ala kurdan e
    KCD: Kuştina mirovan têrê nake êrişî cihên me yên dîrokî dikin
    Demirtaş: Bi teqez e ku guleya Tahîr Elçî kuşt yê çekê polêsan e
    Wezareta Tirkiyeyê nîşane da lîderê mafyayê
    Etîketan:
    YDGH, Tahir Elçi, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de