11:52 27 Nîsan 2018
    Kongra PYDê

    PYD bû endama Rêxistina Sosyalîst a Internasyonal

    © Foto : Fecebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk di nava Rêxistina Partiyên Sosyalîst a Internasyonal de hat pejirandin.

    Navenda Nûçeyan — ANHAyê ragihand ku Partiya Yekîtiya Demokatîk (PYD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan wekî partî endamtiya Partiyên Sosyalîst ên Internasyonal wergirtiye.

    Di daxuyaniya ku Rêxistina PYDê ya li Ewrûpayê weşandiye de wiha tê gotin:

    ‘Kongreya Partiyên Sosyalîst ên Internasyonal ên Cîhanê roja şemiyê (28ê Mijdara 2015an) li Angolayê; bi piraniya dengan Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) qebûl kirine û bi awayekî fermî endamtiya wê di nava Rêxistina Sosyalîst a Navnetewî de pejirandine. Nûnerê PYDê li Yonanê Dr. Îbrahîm Muslim di kongreyê de amade bû û diyar kir endamtiya partiya wan di nava vê rêxistina navnetewî de bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Mele Bextiyar: ‘Divê PYD û PDK lihev bikin'
    PYD: Nûneritiyen rêveberîya xwe ser li Parîs, Berlîn û Moskovayê ten vekirin
    PYD li Moskowayê ofîsa xwe vedike
    PYD: ‘Rûsya alîgirê çareseriyê ye'
    Etîketan:
    Partiyên Sosyalîst ên Internasyonal ên Cîhanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Dr. Îbrahîm Muslim, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de