06:31 23 Mijdar 2017
Zindî
    êrişa parîsê

    Qetlîama Parîsê di rojeva dinyayê de ye

    © REUTERS/ Philippe Wojazer
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 5310

    2 êrişkar roja qetlîamê ji Brukselê çûne Parîsê.

    18:00 — RTBFyê diyar kir ku 2 êrişkar roja qetlîamê ji Brukselê çûne Parîsê.
    Polêsên Belçîkayê piştî ku duh 3 kesî binçav kiribûn îro jî 4 kesan binçav kirin.
    Ji hêla din ve saziya çapemeniyê ya fermî yê Blçikayê RTFBê di nûçeya xwe de diyar kir ku 2 êrişkarên Parisê roja qetlîamê ji Brukselê çûne wir. Rayedareke Belçîkayî jî ji APyê re axivî û piştrast kir ku 2 êrişkarê Parîsê li Brukselê dijîn lê welatiyê Fransayê ne.

     

    15:00 —Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls diyar kir ku ji 129 kesên ku di qetlîma Parisê de jiyanên xwe ji dest dane nasnameyê 103 kesan diyar bû.
    Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls îro derbarê êrişan de ji çapemeniyê re daxuyanî da.

    Valls anî ziman ku divê li hemberî van êrişan gelê Fransayê yekrêzî bibe.

    Valls derbarê kesên ku ji wan agahî nayê hilanîn jî diyar kir ku çi ji destê wan tê dikin û wiha axivî: ‘ji 129 kesên ku di qetlîma Parisê de jiyanên xwe ji dest dane nasnameyê 103 kesan hate tespîtkirin. Hewldanê tespîtkirina 20-30 cenazeyê jî berdewam dike.'

    11:40 — Li gorî nûçeya Blicê ya Sirbîstanê hat gotin ku navê xwekujê duyem Ahmed Almuhamed e (25). Rojnamê destnîşan kir ku Almuhamed bi ser Sirbîsanê ve derbasî Ewropayê bûye. 

    Rojnameya Le Figaro jî anî ziman ku navê xwekujê sêyem  Abbdulakbak B. Ye û ew jî bi ser Yewnanîstanê ve derbasî Fransayê bûye.

    Her wiha pisporên tîpa edlî ji Europe 1ê re axivîn û diyar kirin ku temenê du kesên êrişan pêk anîne 15 û 18 ye.

    11:30- —Polêsên Fransayê diyar kirin ku yek ji xwekujên Parisê navê wî Omar Îsmaîl Mostefaî (29) ye.
    Hat ragihandin ku Mostefaî ji herêma Courcouronnesê ya Fransayê ye,  her wiha bav û birê wî jî hatiye binçavkirin.

    11:20 — Hat diyarkirin ku li paytexra Belçîka Brukselê duh 3 kes bigumana eleqeya wan bi êrişên Parisê re heye hatin binçavkirin.

    Hat ragihandin ku 3 kes hê jî binçavkirî ye û îfadeyên wan tê hilanîn.

    11:10 — Wesayîta ku di êrişê de bikaranîne hat dîtin

    Hat diyarkirin ku wesayîta ku di êrişê bikaranîne li Montreuilê hat dîtin.

    Li gorî nûçeya AFPê hat ragihandin ku wesayîta ku markaya wê SEAT e û rengê wî jî reş e di êrişa restorantan de hatiye bikaranîn.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de