10:06 20 Çile 2018
Zindî
    Îdrîs Balûken

    Îdrîs Baluken: ‘Dewlet li Farqînê bi muhîmatê kimyawî êriş dike'

    © Foto: faceook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îdrîs Baluken ji Sputnik Kurdistanê re axivî û got: ‘Welatiyên vir îddia dikin, di muhîmatên ku artêşa tirk li vir bi kar tîne de maddeyên kimyawî hene.'

    Yunus ONAL

    Amed - Parlementerê HDPê Îdrîs Baluken ku niha li Farqînê ye ji Sputnik Kurdistanê re axivî û gelek agahiyên girîng da.

    Baluken got: ‘Welatiyên vir îdia dikin, di muhîmatên ku artêşa tirk li vir bi kar tîne de madeyên kimyawî hene.'

    Baluken derbarê vê agahiya girîng de got: ‘Hûn jî dizanin ez di heman demê de bijîşk im. Hîn çavderiyên min jî hene. Hin birînên ku di bedena mirov de derdikevin û ne tehlûkene, li Farqînê bi mirinê encam dibe. Mesela birînên di lingê miron de pêk bê herî zêde bi jêkirinê çareser dibe. Lê li Farqînê gelek birîndarbûnên bi vî awayî ligel ameliyatkirinê jî çareser nabe û welatî jiyana xwe ji dest didin. Ji ber van bûyeran gelê Farqînê îdia dikin, di muhîmatên ku artêşa tirk li vir bi kar tîne de madeyên kimyawî hene.'

    Baluken wiha got: ‘Di gule û topên ku artêşa tirk diavêje de dibe ku ev madeyên kimyawî hebe. Ji ber ku birîndarbûnên bi gule û muhîmatan rewşek toksîk pêk tê. Yanê eger di bedena mirov de cihê birîndar an kangren bi ameliyatê were hilanî, divê bedena mirov ber bi başiyê ve biçe. Lê li Farqînê di bûyerên wiha de, çiqas di wextê xwe de bigihêjin nexweşxaneyê û ameliyat jî bikin welatî baş nabin û jiyana xwe ji dest didin.'

    Baluken derbarê rewşa Farqînê de wiha got: ‘Qedexeya derketina derve berdewam dike. Gelek deverên navçeyê hêjî tê gulebarandin. Mal û kargeh tê şewitandin. Kesên birîndar ji bo nebin hedefên nîşangirtan bi parlementer û hevşaredaran re diçin nexweşxaneyê. Gelek parlementer 3u siyasetmedarên me xwestin ku duh biçin tazên lê qedexe heye. Lê polêsan mudaxale kirin û êrişî parlementeran kirin. Hevseroka partiya me Figen Yuksekdag hedef hat girtin û bombeya gazê li serê wê ket. Niha dengê teqîn û çekan ji taxên qedexe lê heye de tên.'

    Baluken wiha berdewam kir: ‘Herkes jî dizane ku ji helîkopteran û bi tang û topan êrişî gel dikin. Vê yekê jî hemû gelên Farqînê dizane. Her alî ji hêla nîşangirt, wesayîtên zirxî û tîmên taybet ve hatiye dorpêç kirin.

    Baluken destnîşan kir ku wan derbarê vê bûyerê de gelek caran bi rayedarên dewlet û hikumetê re hevdîtinan pêk anîne û wiha axivî: ‘Beriya ku em nehatibûn vir, min û Sirri Sureya Onder bi rayedarên hikumetê re bi rayedarên hikumetê re hevdîtinan pêk anî. Piştî ku em hatin vir, em gelek caran bi Walitiya Amedê re axivîn. Lê tu sazî û rayedarên dewletê di vî warî de tiştekê  erênî nake.'

    Baluken balê kişand ser berxwedana Farqînê û wiha got: ‘Çi dibe bila bibe. Êriş û qetlîamên herî mezin pêk bînin jî em ji biryara xwe venagerin. Gel êdî dibêje ‘em sîstemekê ceberût naxwazin.' Sed sal in daxwaza gelê kurd ew e ku bibe xwedî statuyek. Îro li vir berxwedana vê yekê tê kirin.'

    Baluken derbarê banga kampanyayên alîkariyê de wiha got: ‘Bila herkes bizanibe ku li vir pêwîstiya herî mezin jiyan e. Gel nikare derkeve derve. Kesên ku derdikevin derve ji hêla nîşangirtan ve tên kuştin. Her wiha ji hêla din ve 11 roj in av û ceyran hatiye birîn. ‘

    Her wiha Baluken diyar kir ku Komaleya Mafê Mirovan xwestiye ku hîn zexîreyên anîne li navçeyê belav bike, lê polês û timên taybet destûr nedane.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de