21:00 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya HDP

    HDP ji bo kesên di hilbijartinê de diçin welêt re bilêt dibire

    © Foto: Gulnush Ergul
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Hat ragihandin ku HDP ji bo kesên ku rewşa aboriya wan nebaş û di hilbijartinê de diçin welêt re bilêt dibire.

    Navenda Nûçeyan - Tê zanîn ku li gelek metropolên Tirkiyeyê bi hezaran welatiyên kurd heye û ji ber qeyda îkametê nikarin li cihê xwe dengên xwe bi kar bînin. Piraniya van kesan jî bêguman kedkar in û kesên rewşa wan ê aborî nebaş in. Heta niha ji ber vê pisrgirêkê bi hezaran welatî di hilbijartinan de dengên xwe bi kar neanîne.

    HDPê ji ber vê biryar daye ku ji bo kesên rewşa aboriya wan nebaş e û dixwazin biçin dengên xwe bi kar bînin re bilêt dibire.

    Hat ragihandin ku bi vî awayî HDP dixwaze îradeya gel bi zêdetir di hilbijartinan de bête xuyandin.

    Di serî de Stenbol, Enqere û Îzmîr û li gelek bajarên rojavayê Tirkiyeyê kesên rewşa aboriya wan nebaş, ji bo çûyînê serî li şax û nûnerên HDPê bidin wê bilêtê wan bête birîn.

    Merhaba arkadaşlar hareketli seçmenlerimiz için duyuru!!Memleketlerine oy kullanmak için gidecek olan arkadaşlarımız…

    Posted by HDP Avcılar on 22 Ekim 2015 Perşembe

     

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Parlementera HDPê: Em ê zêdetirê ji %90ê dengan bistînin!
    HDPê ji bo ewlehiya sindoqan bang li her kesî kir ku bibin muşahîd
    Federasyona Ermenîyan a Ewropayê ji bo piştgiriya HDPê bang kir
    Hereketa Azadiyê: 'Îtifaqa me bi HDPê re berdewam e û em destekê jî didinê'
    Kilîba hilbijartinê ya HDPê hat weşandin
    Etîketan:
    HDP, Enqere, Îzmîr, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de