09:46 24 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş

    Demirtaş li Norşînê axivî

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Selahattîn Demirtaş di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Norşînê bi gel re hevdîtin pêk anî.

    Norşîn - Hevserokê Giştî ya HDPê Selahattîn Demîrtaş îro li Norşînê ji hêla hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin.  Demirtaş nimêja înê jî li navçeyê kir û piştre bi rûspiyan re hevdîtin pêk anî.

    Demirtaş di axavtina xwe de got: ‘Ev şerê hanê 100 sal berdewam bike jî wê dîsa rûnên ser maseyê. Tu kes bi rûniştina  maseyê piçûk nabe. Niha mase qulibîye. Kî bêje ‘em dê van pirsgirêkan çareser bikin' em jî amade ne. Ji maseyê rabûn tê wateya şerê. Heyfa ciwanên me nin. Ji ber vê werin em rûnin maseyê.'

    ‘REFERANSA ME RÊZİKNAMEYA MEDÎNÊ YE'

    Demirtaş got: ‘Bajarê Medînê ji hêla konseyekê dihat birêvekirin. Ji her ol û nijadê kesan di vê konseyê de cih digirt.  Ev sîstem 1400 sal ewil hat avakirin û serkeftî jî bû. Ji ber vê referansa me Rêziknameya Medînê ye. Yanê di nav piraniyê de em ê yekgirtî bin. Îro ji xwe demokrasiya modern tiştek wiha ye.'

    Hat ragijhandin ku Demirtaş piştî Norşînê wê derbasî Mûşê be li vir jî bi nûnerên saziyên sivîl re hevdîtin pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Malbata Giresunî: ‘Demirtaş wê zivistanê bike havîn'
    Demirtaş: 'Ez jî xwe îxbar dikim, heke sûcek hebe ez jî sûcdar im'
    Demirtaş: ‘Tu kesek jî nehatiye girtin'
    Demirtaş: 'Hezar kes hatin qetlkirin'
    Demirtaş: 'Destên dewletê bi xwîn e'
    Demirtaş: Ez ji bo agirbestê hêvîdar im
    Etîketan:
    HDP, Selahattin Demîrtaş, Norşîn, Mûş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de