17:37 26 Îlon 2017
Zindî
    Dîmenkêş, sînema, fîlm

    Îran: 'Hunermendê kurd bi 6 salê girtîgehê û 223 qamçiyan hat cezakirin'

    © Wikipedia
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Li gorî agehiyên berdest, Keywan Kerîmî ji ber ku li ser kolanê rastî hevaleke xwe ya jin hatiye û her duyan rûyê hev maç kirine, hatiye tawanbarkirin. Dadgeha Îranê, bi hinceta ‘bêrêzî bi pîroziyan û têkiliya nerewa bi riya destdan û maçkirinê' ev ceza lê biriye.

    Navenda Nûçeyan — Derhênerên kurd ê rojhilatê Kurdistanê Keywan Kerîmî ji ber maçkirina jinekê li ser cadeyê ji aliyê dadgeheke Îranê ve bi 6 salê girtîgehê û 223 qamçiyan hat cezakirin.

    Derhênerê kurd ê rojhilatê Kurdistanê Keywan Kerîmî îro 15ê Cotmehê bi riya Rûdawê daxuyandiye ku tohmetên dadgehê ne rast in û gotiye: ‘Min fîlm derbarê hikûmetê, rewşa civakê, nivîsên li ser dîwaran û çîna karkeran çêkiriye. Ewên ku li ser fîlmên min biryarê bidin, xelk in. Ez nizanim çi qewimiye ku ez wiha têm cezakirin.'

    Li gorî parêzerê wî  Emîr Reyisiyan, muwekilê wî Kerîmî xwestiye ku klîbekê bikêşe; lêbelê ji ber ku bi lîstikvan re negihiştiye biryarekê peyman îmze nekiriye û niha ji ber karekî nebûyî ceza lê hatiye birîn.

    Parêzer Reyisiyan gotiye: ‘Di demekê de ew klîp nehatiye çêkirin. Me jî li dadgehê ew yek gotiye ku di bingehê de ew kar nehatiye pêkanîn û nabe ku li ser karekî nekirî kesek were cezakirin. Herwiha ew pêşniyara ku pêşkêşî Kerîmî hatiye kirin, tu têkilî bi bêrêzîkirin bi pîroziyan ve nîn e.'

    Li gorî gotina parêzer Reyisiyan, tohmeteke din a ku di dosyaya Keywan Kerîmî de behskirin, fîlma belgeyî ya Dîwar e.

    Parêzer Emîr Reyisiyan jî pesend kir ku derhêner Keywan Kerîmî bi tohmeta têkiliya nerewa bi rêya maç, destdan ligel keseke nemehrem, bi lêdana 223 qamçiyan û 6 sal girtîgeh hatiye cezakirin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Îranê lihevkirina nûklerî erê kir
    Komara Îranê 8 kurdan îdam dike
    Îran û Herêma Kurdistanê li hev kirin
    TEHRAN - Îran dixaze nezîkî Serokê Amerîkayê Barack Obama me
    Îran çekên giran ji Hûsiyan re dişîne
    Etîketan:
    çand û huner, fîlm, dadgeh, sînema, darizandin, Keywan Kerîmî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de