17:44 23 Îlon 2017
Zindî
    Amedspor

    Amedsporê sê puan girtin

    © Foto: Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 4101

    Amedsporê bi şermezarkirina komkujiya Enqereyê derkete meydanê û li mala xwe 2-0 zora Tarsus Îdman Yurduyê bir.

    Amed - Amedspor ku di Spor Toto 2. Lig Kirmizi Grupê de têdikoşe, vê hefteyê pêşwaziya Tarsus Îdman Yurduyê kir. Alîgiran eleqeyeke mezin nîşanî maçê dan û pankarta "Di Aştiyê De Israr" vekirin, lîstîkvanên Amedsporê formayên reş li xwe kirin û bi pankarta ‘Em komkujiya Enqereyê şermezar dikin' derketin meydanê.

    Amedsporê xweş dest bi maçê kir û di deqeya 10an de bi gola Şehmûs Ozer 1-0 pêş ket. Amedsporê piştî golê jî leyîza xwe geş û gurtir kir û di deqîqeya 30an de bi gola Îbrahîm Ferdî Coçkun skor kire 2-0.

    Ev skor di dewra duyan de jî neguherî û di encamê de Amedsporê 3 puan wergirtin û puanên xwe kirin 10 û di pileya 6an de bi cih bû.

    Bi heman mijarî:

    Derbarê Amedsporê de cezayê 'propagandaya îdeolojîk'
    Amedspor, Sivas Belediyesporê bi 2 golan têkbir
    Etîketan:
    Tarsus Îdman Yurdu, Amedspor, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de