17:43 23 Îlon 2017
Zindî
    Li Herêma Kurdistanê mamoste xwepêşandan lidar xistin

    Mamostayên Germiyan û Derbendîxan dibistan boykot kirin

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Li Germiyan û li Derbendîxanê îro jî mamosteyan dibistanan boykot kirin û li hemberî nedayîna meaş çalakî li darxistin.

    Helepçe - Çalakiyên li Herêma Kurdistanê berdewam dike. Tê zanîn ku di çalakiyên çend roj ewil de hêzên ewlehiyê ku girêdayê PDKê ye ser çalakvanan de gule reşandibûn û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.

    Di çarçoveya van bûyeran de protestoyên li dijî hukumeta PDKê berdewam dike û li Germiyan û Derbendîxanê ya Herêma Kurdistanê mamosteyan îro ji dibistana boykot kirin.

    Di protestoyan de çalakvanan anî ziman ku bi mehan in maaşên neyê dayîn û ji vê şûnde ji bo mafê xwe wê her tim li qadan bin.

    Her wiha li gorî nûçeya Roj Newsê wê sibê li Helepçeyê jî prostetoyeke mezin were lidarxistin, mamoste û karmendan neçin ser kar û Waiyê Helepçeyê jî dê beşdarê vê çalakiyê be.

    Bi heman mijarî:

    Li Herêma Kurdistanê çi diqewime?
    Xwepêşandanên Silêmaniyê berfereh dibin
    ‘PDKê derbeya leşkerî kir'
    Etîketan:
    PDK, Helepçe, Derbendîxan, Germiyan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de