13:59 26 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    Kurdistan: Temsîla cihûyan qebûl kir

    © Foto: Parlamentoya Kurdistanê
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 3001

    Mesîhî, cihû û êzîdiyên Başûrê Kurdistanê ji wî karê Wezareta Ewqafê razî û kêfxweş in.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê 2 kurdên cihû wek nûnerên cihûyên Başûrê Kurdistanê wergirt. Nûnerekî cihûyên Başûr jî dibêje, li Başûrê Kurdistanê derdora 430 malbatên cihû dijîn.

    Derket holê ku Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim roja 11ê vê mehê ferman daye du kurdên cihû wek nûnerên cihûyên Başûrê Kurdistanê di Wezareta Ewqafê de bên wergirtin. Navê yekê Şêrzad Omer û navê yê din jî Şêrko Osman e.

    Şêrzad Omer li ser armanca nûnertiya cihûyan di hikûmeta Kurdistanê de ragihand ku, di dîroka kurd û Kurdistanê de ol û ayînên cuda bi hev re jiyane. Em jî dixwazin bi rêya vê nûnertiyê, wê kultura kevnar a Kurdistanê li ser piyan bihêlin.

    Li gorî wî nûnerê cihûyan, li tevahiya bajar û deverên Kurdistanê perestgehên cihûyan, ku jê re dibêjin "Kinêsêt" hene lê divê bên nûjenkirin.

    Şêrzad Omer diyar kir ku piştî başbûna rewşa Herêma Kurdistanê, ew dê daxwaz ji hikûmetê bikin kinêsêtan nûjen bikin.

    Bi heman mijarî:

    Di encama hevdîtina Tirkiye û Almanyayê de Kurdistan derket
    Îran: 'Nabe Herêma Kurdistanê bibe cihê aloziyan'
    Hewramî: 'Kurdistan gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçe'
    Komîsyona Şefafiyetê ya Kurdistanê: 'Bila miaşê 3 mehan demildest bê dayîn'
    Barzanî: ‘Êdî dema nirxandina rewşa Kurdistanê hatiye'
    Etîketan:
    HHK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de