08:45 23 Îlon 2017
Zindî
    Ahmet Davutoğlu

    Davutoglu, ji bo gera Demîrtaş rexne li Abdulah Gul kir

    © Foto: facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo gera Demîrtaş rexne li Abdulah Gul kir û got, ew teqdîra wî ye lê cihê mala serxweşiyê Komara Tirkiyeyê ye.

    Navenda Nûçeyan — Piştî teqîna ku li Enqereyê çêbû Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdulah Gul ji bo serxweşiyê telefonî Selahatîn Demîrtaş kiribû.

    Serokwezîr Ahmet Davutoglu derbarê gera telefonê ku Abdulah Gul ji bo serxweşiyê li Selahatîn Demîrtaş geriyabû de axivî û got, ew teqdîra wî ye. Lê dixwazim vê bejim, li vir mala serxweşiyê kî ye? Serxweşî ji bok î tê dayîn? Roja pêşî jî min ev got, mala serxweşiyê Komara Tirkiyeyê ye, hemû Tirkiye. Me hemû yan ev êş kişand. Tenê serxweşî dana HDPê, tê wateya kesên ku li wir jiyana xwe ji dest dan hemû HDPeyî bûn.

    Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de got, me hemû yan ev êş kişand. Ew teqdîra wî ye lê mala serxweşiyê hemû Tirkiye. Mala herî mezin ya serxweşiyê ofîsa Serokwezîrtiyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Di encama hevdîtina Tirkiye û Almanyayê de Kurdistan derket
    Merkel îro diçe Tirkiyeyê
    Endamê DAIŞê tiraş dibin û derbasî Tirkiyeyê dibin
    Davutoglu: 'Birêz Pûtîn mafdar e; Tirkiye û Rûsya şirîk in'
    Rûsya: Haya me jê nîne ku Tirkiyeyê bangî balyozê me kiriye
    ‘PYD ligel mudaxeleya Tirkiyeyê li hemberî DAIŞ'ê serkeft'
    Etîketan:
    HDP, Ahmet Davutoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de