20:28 24 Îlon 2017
Zindî
    Angela Merkel û Recep Teyip Erdogan

    Merkel: 'Em zanin Tirkiyeyê wezîfeyeke giran hildaye ser milê xwe'

    © Foto: Serokomariya Tirkiyeyê
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel di serdana xwe ya fermî bo Tirkiyeyê de got, em zanin barekî giran li ser mile we ye, divê em vî barî li hev parve bikin.

    Navenda Nûçeyan — Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, bi hevkarê xwe Ahmet Davutoglu û bi Serokomar Recep Teyîp Erdogan re hevdîtin kir.

    Hevdîtina Merkel li ofîsa Serokwezîrtî ya Dolmabahçeyê bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re nêzî seetek û 15 deqîqe domand.

    Piştî hevdîtinê herdu serokwezîran derketin pêşberî rojnamevanan û civîna çapemenî li dar xistin.

    Davutoglu destnîşankir ku, hem di hevdîtina me û hem jî di hevdîtina heyetan de derket holê ku em xwediyê heman perspektîfê ne. Em pirsgirêkên herêmî û kûrewî bi berfirehî axivîn. Pêşveçûnên dawî yên li Sûriyeyê û mijara koçberan bûye mijareke kûrewî. Merkel çavê xwe ji pirsgirêka koçberan re negirt. Helwesteke Înanî şanîda. Ji bo koçberî ji kaniya xwe bê rawestandin divê pirsgirêka Sûriyeyê çarser bibe.

    Dana vîzeyê wê hêsan bibe

    Ahmet Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de got, em hêvî dikin di meha Tîrmeha 2016an de hem sepanên Schengenê û hem jî peymana qebûlkirinê têkeve meriye tê. Divê meriyeta Schengenê ji bo hemwelatiyê Tirkiyeyê jî were destpêkirin. Birêz Merkel soz da ku hetanî wê demê di dana vîzeyan de wê hêsaniyê bikin.

    Divê Tirkiye jî têkeve nav wêneyê Ewropa

    Davutoglu di dirêjiya axaftina xwe de got, em hêvî dikin ku Tirkiye jî têkeve nav wêneyê Ewropayê. Vîzyoneke Tirkiye û Almanya hevpar heye.

    Bi heman mijarî:

    Di encama hevdîtina Tirkiye û Almanyayê de Kurdistan derket
    Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Qatar, Tirkiye û Erebistana bangî Rûsyayê kirin
    Almanya: 'Heta tirk bi kurdan re şer bikin ‘herêma ewlehiyê nabe'
    Almanyayê derbarê PKKê de hişyari da!
    Çotkarên Fransayê li ber sînorê Almanyayê riya kamyonan girtin
    Etîketan:
    Almanya, Ahmet Davutoglu, Angela Merkel, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de