18:57 23 Hezîran 2018
Parlamentoya Iraqê

Dadgeha Federaliya lraqê li hember biryarên parlementoyê helwesta xwe diyar kir

© AP Photo / Karim Kadim
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Piştî ku Parlementoya lraqê yasaya hilbijartinan rastvekirî û hin biryarên nû li ser hilbijartinên Iraqê derxistin, hin aliyên siyasî li Dadgeha Federalî dosye li hember wan biryarên parlementoyê vekirin û xwestin ku dadgeh wan biryara helweşîne, lê duh êvarê Dadgeha Ferdal piştî civîneke taybet helwesta xwe li ser vê mijarê ragihand.

Berdevkê Dadgehê Eyas Samuk di daxuyaniyekê de ku kopyek bi destê peyamnêrê Sputnîk ketiye dibêje "dadgehê ew yek red kir ku biryarekê bo ragirtina biryarên Parlementoya lraqê derbarê mijara hilbijartinan der bixe. Herweha xuyakir ku dadgehê biryara da ta guhdariya ra û nêrînên aliyê parlementoyê jî neke hinceta wan biryaran, biryara dawiyê li ser vê mijarê wernagire.

Ji aliyê din ve Endamê Komsiyona Serbexwe ya Hilbijartinan li lraqê Seîd Kakeyî raghandin hemû endamên komsiyonê wê bên dadgehkirin, ji ber ku ew tawanên di pêvajoya hilbijartinan de hatine kirin, dadgeh jê bê denga nabe, lê tenê dem pêwîst e.

Herweha xuyakir şewitandina sendoqên dengdanê û hin tawanên din mîna sextekariyê, ez û hemû endamên komsiyonê wê li ser bên dadgehkirin û eger deng car din bi destan bên hejmartin, bê guman encamên hilbijartinan wê bên guhertin.

Bi heman mijarî:

Pêşmerge li dijî biryara Parlamentoya Iraqê daketin kolanan
Sedir û Amirî ji bo hikûmeta Iraqê hevpeymana herî mezin ragihandin
Ebadî: Hikumeta û parlamentoya Iraqê nikarin hilbijartinan betal bikin
Dadweriya Iraqê ji bo hilbijartinan daxwazek ji Herêma Kurdistanê re şand
PDK: Biryar, yasa û pêngavên Parlamentoya Iraqê ne yasayî ne
Etîketan:
Endamê Komsiyona Serbexwe ya Hilbijartinan li lraqê, Biyar, Dadgeha Federal a Iraqê, Osman Başqalî, SPûtnîk Kurdistan, Eyas Samuk, Seîd Kakeyî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de