22:30 18 Hezîran 2018
Reqa

Meclîsa Sivîl a Reqayê: Em pêşniyara Esad a bo kurdan erenî dibînin

© REUTERS / Rodi Said
Nêrîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Xalid Berkel ji Sputnikê re diyar kir ku pêşniyara diyalogan a Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad gaveke ereniye û ji diyalogan re jî amade ne.

Hikmet Durgun

Hefteya borî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di hevdîtina xwe ya li gel Russia Today (RT) de eşkere kiribû ku ji bo diyaloga bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re amade ne, lê bijardeya leşkerî jî li ser maseyêye.

Meclîsa Sivîl a Reqayê ku hêzên HSDê sala borî bajêr ji rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kiribû derbarê mijarê de eşkere kir ku pêşniyara Esad gaveke ereniye.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Xalid Berkel ji Sputnikê re axivî û ragihand ku pêşniyara diyaloga bi kurdan re yê Esad gelek erenî dibînin û got: "Em hêvî dikin ku ev tişt di pratîkê de jî pêk were. Em amadene. Me ji serî ve gotibû ku em ji diyalog û muzakereyan re amadene. Deriyê me ji her kesî re vekiriye. Em bi şert û merc ji diyalogan re amade ne. Di hevdîtinan de ti pirsgirek çênabin. Nûnerên ne fermî yên hikûmeta Şamê gelek car tên bakurê Sûriyeyê û hevdîtin pêk tînin. Em ji bo pêşeroja Sûriyeyê, Sûriyeyeke demokratîk ku hemû alî di nav de dixwazin. Em dixwazin ku makeqanûnekî nû were çêkirin. Pirsgirek bi şer nayê çareserkirin. Pirsgirek divê bi diyalogan bê çareserkirin. Em ji bo avakirina Sûriyeya nû amade ne."

Beriya niha Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî pêşniyara Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bo diyalogan qebûl kiribû.

Bi heman mijarî:

HSD: Di operasyona Bagera Cizîrê de 27 gund û mezra hatin rizgarkirin
HSD: Milîtan rastî derbeyên giran hatin
HSD: Em amade ne ku bi hikûmeta Sûriyê re gotûbêjan bikin
'Şer di navbera HSD û hêzêke ereb de derket'
HSD: Me xetertirîn endamê DAIŞê yê Ewropayê girt
Etîketan:
hsd, diyalog, Sputnik, Xalid Berkel, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de