19:14 23 Hezîran 2018
Li Bexda - Iraqê sindoqên hilbijartinê şewitîn

‘Ew sindoqên duh li Bexdayê şewitîn dengên erebên sunî bûn'

© REUTERS / Khalid al-Mousily
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Duh li Bexdayê agir bi komeka sindoqên dengên hilbijartinên Parlementoya lraqê ket û hejmarek hatin şewitandin. Parlementerê Komela lslamî Reşîd di Parlamentoya lraqê de ragihand, "duh ew sindoq bi dest hatin şewitandin."

Parlementerê Komela lslamî Ehmed Hacî Reşîd di Parlamentoya lraqê de derbarê wê bûyerê bi Spûtnîkê ragihand, "duh ew sindoq bi dest hatin şewitandin û armanca wan jî veşartina sextekarî û tawanên xwe ku hin partên siyasî encamdan bu, ew sendoq li devera Resafe li Bexdayê hatin şewitandin û nêzî 1700 sindoq ligel amarên jimartine hatine şewitandin û piraniya dengên Erebên Sunî bûn.

‘TA NIHA EŞKERE NEBÛYE BÊ KÎ ŞEWAT DERXISTIYE'

Herwiha xuyakir ta niha eşkere nebûye kî şewitandine, lê hemû nîşane xuya dikin ku bi dest şewtandîne ji bo ku sextekariyên xwe tê de veşêrin ji ber hin aliyên siyasiyên Sune bêtir hin partiyên siyasiyên kurd sextekarî di encamên hilbijartinan de kirine.

Derbarê karên komîsyonê got, "taze ew bûye yasa komîsyon her ji aliyê 10 dadweran ve tê birêvebirin û 3 ji wan kurd in, lê pirsa jimartina dûbareya dengan bi destan hinekî xerab bû, ji ber wê şewata duhî, niha di nîv parlemantoyê basê projeyasayekê din tê kirin ku ser ji nû ve hilbijartin bên encamdan û ev hilbijartinên roja 12 Gulanê bên betalkirin."

‘HER ÇAR PARTIYÊN KURDISTANÊ BI BIRYAR IN KU DENG CARDIN BI DESTAN BÊNE JIMARTIN'

Herwesa derbarê ji nû ve jimartina dengan ragihand, em her çar partiyên Kurdistanê bi biryar in ku cardin dengên bi destan bêne jimartin, derbarê wê yekê ku destkarî di sindoqên dengê de hatiye kirin em wê yekê baş di zanîn, lê hin belge di destê me da hene, em dikarin hemû sextekariyan eşkere bikin, lê eger em bizanin ku lraq bi rewşeke xerab re rû bi rû nemîne. Em jî piştevanya wê yekê dikin ku helbijartên perlemantoyê bên dûbarkirin.

Bi heman mijarî:

Encamên fermi yên hilbijartinên Iraqê eşekere bûn
Amerîka: Encamên hilbijartinên Iraqê cihê baweriyê ye
Balyozê berê: Îran hewl dide bi milîsên xwe bandorê li hilbijartinên Iraqê bike
Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
YNK li ser mijarên dabeşkirina erkan û hilbijartinên Iraqê dicive
Îran mudaxeleya hilbijartinên Iraqê dike
Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
Etîketan:
Partiyên kurdî, Dengdan, Biryar, Şewat, Hilbijartin, Osman Başqalî, Spûtnik, Parlementerê Komela lslamî, Ehmed Hacî Reşîd, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de