09:48 19 Hezîran 2018
HSD

Kurd: Em ji diyalogan re amadene

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Nêrîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pêşniyara diyalogan ê Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad qebûl kiriye. Rayedarê MSDê Gelo Îsa ji Sputnikê re diyar kir ku bê şert û merc ji bo diyalogê amadene û divê pirsgirek bi diyalogan were çareserkirin.

Hikmet Durgun

Piştî pêşniyara diyalogê yê Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, MSDê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ji diyalogan amadene û wiha pê de çû: "Bijardeyên leşkerî çareseriya li Sûriyeyê asteng dike û welêt ber bi xetereyên mezin ve dibe û daxuyaniyên hikûmeta Sûriyeyê yên derbarê hevdîtinan ereniye."

Derbarê mijarê de rêvebirê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Gelo Îsa ji Sputnikê re axivî û ragihand ku bê şert û merc ji diyalogê re amadene û got: "Beriya çend rojan Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad eşkere kir ku çareserî ji bo hêzên çekdar ên li Sûriyeyê dîtine, lê ji bo MSDê ti çareserî nedîtine. Li ser vê daxuyaniyê MSDê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku ji bo diyalogê amadene. MSDê hertim diyalogê ji xwe re esas girtiye. MSD angu YPGê ti car êrişî kesî nekir û hertim xwe parast. Em wek MSDê ji diyalogan re amadene. Ji bo destpêkirina diyalogan jî ti şert û mercên me ji birêveberiya Sûriyeyê re tinene. Em jî ji bo diyalogan ti şertî qebûl nakin. Em diyaloga bê şert û merc qebûl dikin."

Îso destnîşan kir ku dewleta Sûriyeyê deriyê xwe ji bo diyalogan girtiye û helwesta Esad jî ne samîmiye û got: "Rûsya, Tirkiye û Îran ku li Astanayê civiyan dixwazin bandorê li komên çekdar bkin û tevahiya axa Sûriyeyê bixin bin kontrola Esad. Dixwazin herêmên di bin kontrola kurdan de jî radest bikin. Lê herêmên kurdan di bin parastina koaslîsyona navdewletî de ne. Ji bo vê yekê Esad dibêje em ji bo diyalogê amade ne."

Bi heman mijarî:

HSD: Milîtan rastî derbeyên giran hatin
HSD: Em amade ne ku bi hikûmeta Sûriyê re gotûbêjan bikin
'Şer di navbera HSD û hêzêke ereb de derket'
HSD: Me xetertirîn endamê DAIŞê yê Ewropayê girt
HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
Etîketan:
diyalok, msd, Sputnik, Gelo Îsa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de