19:12 23 Hezîran 2018
Amerîkayê bi 250 TIRî çekên giran ji HSDê re şandin

'Amerîkayê ji HSDê re bi 250 TIRan çekên giran şandin'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Nêrîn
Lînkê kurt
0 30

Amerîkayê di çarçoveya operasyona Dêra Zorê de ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşenegiya wê dike re, bi 250 TIRan çekên giran û wesayîtên zirxî yên Hummer şandin. Amerîkayê heta niha ji HSDê re bi 4800 TIR çek şandine.

Hikmet Durgun

Li gorî zanyariyên ku ji HSDê hatin bidestxistin, Amerîkayê di çarçoveya operayona Dêra Zorê de ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikşîne alîkariyên çekan didomin. Amerîka her çar rojên dawiyê ji HSDê re alîkariya çekan kir.

‘AMERÎKA HEBÛNA XWE YA LI DÊRA ZORÊ ZÊDE DIKE'

Çavkaniyeke ji HSDê ji Spûtnîkê re got bi helkefta operasyona Dêra Zorê, Amerîka îro danê sibehê ji wan re çekên giran û wesayîtên zirxî şandine. Ew çavkanî wiha axivî:

"Amerîka (DYA) hebûna xwe ya li Dêra Zorê zêde dike. Li Dêra Zorê 3 baregehên Amerîkayê hene û li baregehên xwe hebûna xwe zêde dike. DYAyê bi 250 TIRan çekên giran û wesayîtên zirxî yên Hummer şandin. Amerîkayê heta niha ji HSDê re bi 4800 TIRî çek şandine. 4 rojên dawiyê her roj çek tên. Çimkî hewcedarî bi wan heye. Operayona me ya li dijî DAIŞê ya li rojhilatê Dêra Zorê berdewam dike. Çekên cebilxaneyên ku ji bo me hatin hinartin ji Dêriya Sêmalkê yê Herêma Kurdistanê bi rêya bejahiyê hatin şandin. Û ji wir jî bi TIRan bo herêma rojhilatê Dêra Zorê hatin şadin."

Hêjayî gotinê ye ku Amerîkayê heta niha ji HSDê re 4800 TIR çek û cebilxane û wesayîtên zirxî şandine.

Bi heman mijarî:

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mattis: Em HSDê nadin aliyekî
YPG: HSDê li Minbicê dimîne
HSDê bersiv da nûçeyên ku li beregeha leşkerî ya Amerîkayê teqîn çêbûye
Amerîkayê ji ber çi sedemê Esadî hişyar kir ku hêzê li dijî HSDê bikar neyne?
Ji Amerîkayê bo Esad: Fikrê êrîşkirina ser HSDê fikrekî xerab e
HSDê bersiva Esadî da: Em piştgiriyê didin çareseriya gotûbêjan
Etîketan:
Operayona li dijî DAIŞê, lîkariya Çekan, çek, Hikmet Durgun, Sputnik, HSD, Dêra Zorê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de