00:44 18 Hezîran 2018
Parlamentoya Kurdistanê

Fraksiyonên PDK û YNKê nerazîbûna xwe li hember biryara Parlemantoya lraqê ragihandin

© Foto : Osman Başiqlî
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Piştî ku Parlemantoya lraqê biryara reşkirin û nejmartina dengên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wergirtî, rengvedanên cuda li hember wê biryarê ji aliyên partiyên Herêma Kurdistanê derketin.

Herdû Fraksiyonên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) di Parlamentoya Kurdistanê de îro daxuyaniyek dan û tê de helwesta xwe li hember wê biryarê diyar kir.

Herweha xuyakir ku her karek di çarçoveya destûrê û yasayên lraqê de derbarê encamên hilbijartinan em piştgîrî dikîn, lê eger armanc tenê bo binpêkirina pîroziyên miletê kurd û welatê me, em bi hemû şêweyan red dikîn û li dijî radiwestin ku nabe hin alî daxwazê ji lraqê bikin dengên Pêşmerge û asayiş û polîs bên şewitandin û nejimêrin.

Herwesa ew yek jî xuyakiriye ku çend aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê ev hewil dane, lê wê encamên xerab di pişt re hebin.

Ji alyê din fermandariya hêzên 70 yên Pêşmergeyên Kurdistanê ku ser bi YNKê ne, derbarê vê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand tê de, şewitandina dengên Pêşmerge bimînkî yarîkirina bi agirî dizanîn û hoşdarî dan sebaret vê biryara Parlemantoya lraqê û got, "bi hemû şêweyekî em red dikîn û cihê qebulkirinê nîne."

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Projeyên li Kurdistana Iraqê ji bo pêşvebirina têkiliyan hatine arastekirin
Parlamentoya Iraqê biryar da ku hemû deng bi destan werin jimartin
Ebadî bo Tirkiyê: Destdirêjiya xaka Iraqê nekin
Qadîrov: Nêzîkî 100 zarokên jinên ku li Iraqê têne cezakirin dê vegerin Rûsyayê
Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê prosesa piştî hilbijartinê gotûbêj kirin
Etîketan:
Daxaza ji nû ve jimartina dengan, Dengdan, Hilbijartin, Parlementor, Biryar, Osman Başqalî, Spûtnîk Kurdistan, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de